Barzanî: Sedem hene ku Tirkiye têkeve Başûr!

Nêçîrvan Barzanî êrîş û komkujiyên dewleta Tirk ên li  ser Başûrê Kurdistanê rewa dît û got ku sedemên Tirkiyê hene ku sînorê Başûrê Kurdistanê derbas bike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî piştî civîna desteya wezîran daxuyaniyek da çapemeniyê.

Barzanî qala çalakiyên kedkaran kir ên ku ev 4 roj in li Başûrê Kurdistanê li qadan in kir û wiha got; “Em xwepêşandanên karmendan rewa û mafdar dibînin. Lê belê ne tiştekî rast e ku hin aliyên siyasî vî tiştî li gorî berjewendiyên xwe bi kar bînin. Hikûmeta me bi teqez wê destûrê nede kesên ku dixwazin kaos û aloziyê derbixînin.”

KOMKUJÎ NEDÎT ÊRÎŞ WEKE REWA NÎŞAN DA!

Barzanî hewldanên dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê û di êrîşên hewayî de qetilkirina sivîlan ji nedîtî ve hat û got ku sedemên Tirkiyeyê hene.

Barzanî wiha domand; “Ji bo li welatên cîran were xistin em qebûl nakin ku xaka Kurdistana Iraqê were bikaranîn. Ev ji bo Tirkiye, Îran, Sûriye û hemû aliyan lê ye. Me gelek caran ev ji PKK’ê re got. Me ji PKK’ê re gotiye ku em qebûl nakin hûn axa Başûrê Kurdistanê bi kar bînin û biçin li Tirkiyeyê çalakiyan li dar bixin.”