Barzanî li pêşberî paşxistinê daxwaza ‘garantiya navneteweyî’ kir

Barzanî yê li gel Wezîrê Karê Îngîltereyê Fallon re hevdîtin pêk anî, li pêşberî paşxistina referandûmê daxwaza ‘garantiya navneteweyî’ kir.

Gotûbêjên têkildarî referandûma ku tê plankirin 25’ê Îlonê li Başûrê Kurdistanê bê lidarxistin dewam dike, Barzanî ê li gel Wezîrê Karê Îngîltereyê Mîchael Fallon hat Hewlêr, bi Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî re hevdîtinek pêk anî.

Piştî hevdîtina bi rojeva paşxistina referandûmê hate kirin û şûnde, li gorî daxuyaniya ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve hate krin, hat diyarkirin ku Barzanî li pêşberî paşxistina referandûmê ji Fallon daxwaza ‘garantiya navneteweyî’ kiriye.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Fallon ji bo Barzanî pêşniyara ji bo paşxistina referandûmê û di bin çavdêriyeke ya navneteweyî de bi Bexdayê re diyalogê pêk bînin, kiriye.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Di nava alternatîfên heta niha hatîn pêşkêşkirin de garatya gotûbêjkirina serxwebûnê û Bexda amadeye ji bo gotûbêjkirina serxwebûna Kurdistanê nediyar e. Heta ku em nezanin li pêşberî çi em ê bi Bexda re gotbûbêj bikin û heta garantiyeke navneteweyî nebe, nabe ku referandûm bê paşxistin.”