Barzanî: Ger YNK di nava hikûmeta nû de be PDK cih nagre

Mesûd Barzanî bi Serokwezîrê nû yê Iraqê Adil Ebdulmehdî re axivî û got; “Eger yek wezîrê YNK beşdarî hikûmeta nû ya Iraqê bibe wê PDK beşdar nebe û ji hikûmetê paş ve vekişe.”

Alîkarê berê yê serokwezîrê Iraqê Beha Herecî ji qenalê El Şerqiye   re axivî û wiha got; “Mesûd Barzanî beriya avakirina hikûmeta nû ya Iraqê bi telefonê li gel Serokwezîrê nû yê Iraqê Adil Ebdulmehdî re axiviye û gotiye eger di nava hikûmeta nû de wezîrê YNK’ê hebe PDK wê beşdarî hikûmetê nebe.”

Têkildarî mijarê parlamenterê berê yê parlamentoya Iraqê yê YNK’ê Şiwan Dawidî ji ANF’ê re axivî û wiha got; “Ev çend roje ez li bendê bûm ku Mesûd Barzanî daxuyaniya Beha Herecî red bike. Ji ber ku baweriya min ne dihat ku Barzanî daxwazekî wiha ji Adil Ebdulmehdî bike. PDK û Barzanî li beramberî vê daxuyaniyê bêdengin. Herecî rast gotiye û ev jî dide diyarkirin ku siyaseta Kurd di astekî metirsîdar de ye.”