Baroya Sêrtê li ser grevên birçîbûnê raporek eşkere kir

Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Sêrtê, li ser binpêkirina mafên mirovan ên li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê raporek amade kir.

Komîsyonê berî raporê bi girtî Îrfan Baykara, Serdozgeriyê Komarê û rêveberiya Midûriyeta Girtîgehê re hevdîtin kirin û di çarçoveya tespîtên kirin de, rapor amade kir.

Di raporê de ev agahî hatin parvekirin: “Me bi Îrfan Baykara yê ji 25’ê Sibatê vê di greva birçîbûnê deye re hevdîtin kir. Bi Baykara re Mehmet Kaçar û Ferhat Bozkurtî jî ji 25’ê Sibatê ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Enes Cengîz, Ozcan Sonmez, Îhsan Çelîk, Hîdayet Aksû, Mezlûm Aksûl û Abdulhadî Aykaç jî ji 1’ê Adarê ve di grevê de ne. Ji roja ku Baykara û hevalên wî ketin greva birçîbûnê 8-10 kîlo li xwe kêm kirine. Piraniya çalakgeran serê wan diêşe, dilê wan dixele, êş dikeve mîda wan, dest û lingên wan ditevizin, êdî tiştan ji bîr dikin, li hemberî deng û ronahiyê hesas bûne. Rêveberiya girtîgehê li ser daxwaza bijişkan, vîtamînin B1-B12, av û lîmon didin girtiyan. Lê dîsan jî rêveberiya girtîgehê ligel daxwaza girtî û ya bijîşkan jî toza karbonatê nade girtiyan.”

Di raporê de cih ji bo van vegotinên Baykara hat dayîn: “Ji ber ku em di greva birçîbûnê de ne, mûameleyek cuda li hemberî me heye. Cezayê disîplînê dane me. Ji ber vê yekê mafên me yên sporê, sinema, name, hevdîtina telefonê û agahî girtinê ji holê rakirine. Jinên tên serdana me di lêgerînin cuda re derbas dikin. Ev nêzîkatî şikandina rûmetê ye. Ji ber ku em di greva birçîbûnê dene, rojnameyên Evrensel û Yenî Yaşamê nadin me. Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe. Ev daxwazek meşrû ye. Ger tecrîd ranebe, em ê greva xwe ya birçîbûnê berdewam bikin."

PÊŞNIYARÊN DI RAPORÊ DE HATIN KIRIN 
 
Pêşniyarên di raporê de hatin kirin wihan e:
 
“*Divê mafên girtiyan bên bi cih anîn. 
 
*Divê mûameleyekê li gorî hiqûqa navneteweyî li hemberî girtiyan bê kirin. 
 
*Divê tecrîd û îzolasyona li ser girtiyan demildest bên rakirin û şertê jiyaneke mirovî bê afirandin.

*Di warê tenduristiya girtiyan de, divê mafê dermankirinê bên dayîn. 
 
*Ji bo ku tecîd bê rakirin û grevên birçîbûnê bi dawî bibin, em Wezareta Dadê û Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a TBMM’ê dawetî erka xwe  bi cih bînin dikin.”