Baroya Amedê: Li dijî malbata Kareem êrîşeke nijadperestî hatiye kirin

Baroya Amedê diyar kir malbata Kareem a ji Başûrê Kurdistanê ku ji ber ku Kurd bûne li Mêrsînê nîjadperestan êrîşî malbatê kiriye.

Baroya Amedê diyar kir ku di 14’ê Nîsanê de nîjadperestan êrîşî malbata Muştaq Mahmood Kareem kiriye. Hate diyarkirin malbat ji Herêma Kurdistanê ya Federe hatibû Mêrsînê. Baroyê rapora xwe ya li ser vê êrîşa nijadperest eşkere kir.

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren diyar kir ku Endamên Desteya Rêveber a Baroya Amedê, rêveberên Şaxa ÎHD’ê ya Mêrsînê, Şaxa OHD’ê ya li Mêrsînê, Şaxa Mazlûm-Der’ê ya Edeneyê û parêzeran li qada bûyerê lêkolîn kirine.

Eren diyar kir ku dema wan biryar dane biçin Mêrsînê birayê Kareem ê li Hewlêrê têkilî bi wan re daniye û piştgiriya hiqûqî dane destpêkirin. Eren got “Dema ku em çûn serdana malbatê, me dît ku Kareem, hevjîna wî û sê zarokên wî li odeyeke rewşa lezgîn a nexweşxaneyê bûne û zarok hê jî di bin bandora êrîşê de bûne. Kareem diyar kiriye ku bi kevirekî li paş serê wî hatiye xistin, piştî ku ew ketiye erdê xwe bi bariyeran girtiye û êrîşkaran xwestine wî ji newalê biavêjin.”

Eren di encama raporê de ev tişt diyar kir:

“Gotinên nîjadperestî û êrîşa fizîkî li mexdûrên êrîşê hatiye kirin, ji ber ku malbat Kurd in û ji Herêma Federe ya Kurdistanê ne li hemberî wan sûcê nefretê hatiye kirin, Midûrê Emniyetê yê Anamûrê, kaymakam û polîs xwestine bandorê li darizandinê bikin û ligel ku ne peywira wan e ev rayedaran xwestine hevdîtinê bi mexdûran re bikin. Divê Tirkiye li gorî berpirsyariyên xwe yên neteweyî tevbigere û saziyên darizandinê li gor vî tiştî tevbigerin.”