Baroya Amedê: Heta ku kûjer werin eşkere kirin, em ê çalakiyan li

Baroya Amedê, ji bo Tahir Elçî ê ku ji aliyê dewletê ve hatî qetilkirin çalakiyên xwe didomînin.

Baroya Amedê ji bo bîranîna Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî yê di 28'ê Mijdara 2015'an de li Sûrê hatibû kuştin li pêş edliya Amedê daxuyanî dan. Rêveberên Baroyê di hefteya 80’emîn de kom bûn û pankarta wêneyê Tahîr Elçî û dirûşmeya "Em te ji bîr nakin" nivîsandibûn vekirin.

Endamê Baroya Amedê Mahsun Batû wiha axivî: " Me hefteya 80'min li paş xwe de hêla û em li edaletê digerin. Tevî 80 hefte derbas bû dîsa kujerên Tarih nehatin dîtin. Em her hefte heman tiştî tinin ziman. Êdî em bêzar bûn. Lê hêj tu gav nehatiye avêtin. Me 100 daxwazname bi daxazên cuda dan rayedaran. Lê tu daxwazên me pêk nehatin. Heta ku kujer bên dîtin û darizandin em dê lêgerina xwe ya edaletê berdewam bikin."

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.