Baroya Amedê: Di serdanê de Guven nikaribû derkeve hevdîtinê

Baroya Amedê diyar kir ew çûne serdana Leyla Guven û Guven ji ber ku rewşa wê krîtîk bûye, nikaribûye derkeve hevdîtinê.

Baroya Amedê derbarê grevên birçîbûnê li avahiya Buroya Alîkariya Edlî ya Baroyê civîneke çapemeniyê li dar xist. Serokê Baroyê Cîhan Aydin, endamên desteya rêveber û gelek parêzer tevlî daxuyaniyê bûn. Serokê Baroyê Cîhan Aydin grevên birçîbûnê yên salên borî û encamên wê bi bîr xist. Aydin diyar kir ku di 20’ê Mijdarê de ew, di 23’ê Kanûnê de Alîkara Serokê Baroyê Gazal Bayram Kolûman û di 30’ê Kanûnê de jî endama wan Desteya Rêveber Kezîban Yilmaz çûye serdana Leyla Guven a ku di greva birçîbûnê de ye.

‘NEKARIBÛ DERKEVE HEVDÎTINÊ’

Aydin got ku, “Herî dawîn di 30’ê Kanûnê de em çûne serdana Guven. Lê Leyla Guven ji ber ku rewşa wê ya tendirustiyê xerab bûye, nekaribûye derkeve hevdîtinê û ji ber vê jî bi girtiyên di odeya wê de hevdîtin hatiye kirin. Li gorî agahiyên ku girtiyên din ragihandine; Guven kîlo kêm kiriye, li hemberî deng û roniyê hesasiyet pê re çêbûye, êşa serî lê peyda bûye, di meş û axaftinê de dijwariyan dikşîne, bêhal e û krampên mîde xwe lê didin der. Ev nîşan jî diyar dikin ku di greva birçîbûnê ya di roja 57’emîn de, tendirustiya Guven ketiye asta krîtîk.”

‘GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ BELAV DIBIN’

Aydin diyar kir ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin wê dest bi greva birçîbûnê kiriye û grevên birçîbûnê li gelek girtîgehan belav bûye. Aydin bal kişand ser vî tiştî ku hurmet ji çalakgerên greva birçîbûnê nayê nîşandan, têra xwe şekir, xwê û wîtamînan nadin girtiyan.

‘DIVÊ HEVDÎTINA BI OCALAN RE PÊK WERE’

Serokê Baroyê Cîhan Aydin derbarê tecrîdê jî ev tişt got, “Em Baroya Amedê diyar kirin ku mafê wan e ku rêzdar Abdullah Ocalan û 3 girtiyên di heman girtîgehê de bi malbat, parêzer û vasiyên xwe re hevdîtinê bikin. Mafê hevdîtina bi muwekîl re di peymanên navneteweyî de hatiye diyarkirin û rêzdar Ocalan jî tê de divê ji bo hemû girtiyan were pêkanîn. Ji ber vê jî ji bo ku Leyla Guven û girtiyên din jiyana wan nekeve xetereyê, divê dev ji vê polîtîkayê were berdan û em bang li Wezareta Dadê û hemû saziyên girêdayî wê dikin ku divê li gorî mevzûata neteweyî û navneteweyî tevbigerin.