Baroya Amedê: Binpêkirina mafê zarokan nayê cezakirin

Navenda Mafê Zarokan a Baroya Amedê diyar kir xasma jî binpêkirina mafê zarokên Kurd nayê cezakirin.

Navenda Mafê Zarokan a Amedê ji bo Roja Cîhanî ya Mafê Zarokan li avahiya baroyê daxuyanî da. Li daxuyaniyê Endamê Navenda Mafê Zarokan Mehmet Emîn Gun axivî. 

Gun xwest  astengiya li ser xalên 17, 29 û 30'î ku mafê perwerdeya zarokan, derbirîna azadiyê û mafê bikaranîna zimanê xwe û jiyana çanda xwe diparêze, were rakirin.

Gun, zarokên Kurd Hêlîn Hasret Şen (12), Efe Tektekîn (6), Mîhraç Mîroglu (7) ku bi wesayitên zirxî yên polîsên Tirk hatibûn di demên cuda de hatibûn kuştin bi bîr xist û got polîsên Tirk ên kujer hê nehatina cezakirin.

Têkilî zarokên girtî jî Gun diyar kir di 8 mehên pêşî yên sala 2021'ê de dosyaya lêpirsînê ya 62 zarokan ji hêla Dozgerên Komarê yên Bûroya 'TEM'ê ve hatiye rêvebirin û ev jî nîşan dide ku li nav pergala dadê ya Tirk gelek zarok li şûna meqamên resenî wan weke ku mirovên gihaştîbîn têne darizandin.

Gun têkilî zarokên winda jî got rojê 32 û salê 10 hezar zarok winda dibin, hijmara zarokên winda bi temamî nayê zanîn û têkilî vê bi rengekî bi rêk û pêk rapor nayên hazirkirin.

Gun her wiha diyar kir li gorî daneyên di çapemeniyê de weşiyane di nav 10 mehên pêşî yê sala 2021'ê de îstîsmara zayendî li ser 160 zarokî hatiye kirin.