Bangî UCLG-MEWA'yê hate kirin: Li cem gelên xwecihî cih bigrin

Konseya Bajêr a Amedêî bi nivîskî daxuyaniyek da û bang li Teşkîlata Rojhilata Navîn û Asyaya Rojava ya Bajêr û Rêveberiyên Yekbûyî kir ku li cem gelê vîna wî hatiye xespkirin cih bigire.

Nerazîbûnên li dijî qeyûmên tayînî sê şaredariyên mezin ên HDP'î hatin kirin didomin. Konseya Bajêr a Amedê, bi nivîskî daxuyaniyek da û bang li Teşkîlata Rojhilata Navîn û Asyaya Rojava ya Bajêr û Rêveberiyên Yekbûyî (UCLG-MEWA) kir ku li cem gelê vîna wî hatiye xespkirin cih bigire.

Konseya Bajêr a Amedê, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di 19'ê Tebaxa 2019'an de bi awayekî bêhiqûqî û antî demokratîk li Amed, Wan û Mêrdînê vîna gel hatiye binpêkirin û qeyûm tayînî şaredariyên bajarê mezin hatine kirin û hevşaredar ji peywirê hatine girtin. Konseyê, bilêv kir ku ev xespkirina vîna herêmî ye û ev vê pêkanîna şaş şermezar dikin.

BANG LI KONSEYÊN BAJÊR ÊN TIRKIYE Û CÎHANÊ KIRIN

Konseyê, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku tayînkirina qeyûman tê wateya tunekirina vîna gelê herêmê ye û got: "Em demokrasiya xwecihî, li ser esasê welatîbûyînê rêveberiyeke xwecihî esas digirin û bang li konseyên bajêr ên Tirkiye û cîhanê dikin ku bi piştevaniyî tev bigerin û li dijî vê pêkanînê derkevin."

Konseyê, got: "Em bang li neteweyên yekbûyî û rêvebirê bernameya rojeva herêmî 21'ê Teşkîlata Rojhilata Navîn û Asyaya Rojava ya Bajêr û Rêveberiyên Yekbûyî (UCLG-MEWA) dikin ku peywira xw ebi cih bînin û ji bo pêkanîna demokrasiyê li dijî tayînkirina qeyûman bertekên xwe nîşan bidin û li cem gelê vîna wî hatiye xespkirin cih bigirin."

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê hevşaredarên bi vîna gel hatine hilbijartin û qeyûm tayînî şûna wan hatine kirin, demildest vegerins er karên xwe û îktîdara navendî li gor peymanên navnetewî yên îmzeya xwe daniye binî wan tev bigere û bi rêzgirî nêzî rêvebiriyên herşmî bibe.