Banga destwerdana ji hewa ya li şewata li Şemrexê bêbersiv ma
Li herêmê ji ber şewata ku bi 17 gundan ket, bi sedan kes birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyan. Banga ji bo destwerdana ji hewayê ya ji bo vemirandina şewatê bê bersiv ma.
Li herêmê ji ber şewata ku bi 17 gundan ket, bi sedan kes birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyan. Banga ji bo destwerdana ji hewayê ya ji bo vemirandina şewatê bê bersiv ma.
Şewata ku li qada navbera navçeya Çinar a Amedê û Şemrex a Mêrdînê destpê kir bi 17 gundan ket. Ji ber şewatê herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes birîndar bûn.
Tîmên arkujiyê yên şaredariyê nekarîn şewatê vemirînin. Şêniyên herêmê hewl didin bi derfetên xwe şewatê vemirînin.
Banga ji bo destwerdana ji hewayê ya ji bo vemirandina şewatê hîn jî bêbersiv maye.