Bang li nûçegihan Candemîr kirin da ku îfadeyê bide

Nûçegihan Oktay Candemîr ji ber nûçe û parvekirinên li ser medyaya sosyal a rojên koronayê bang lê hate kirin ku îfadeyê bide.

Ji be nûçe û parvekirinên medyaya sosyal ên rojên koronayê bang li nûçegihan Oktay Candemîr kirin da ku îfadeyê bide.

Herî dawî bi îdîaya 'kêmkirina serokkomar'' Candemîr dihate darizandin, van çar salên dawî 40 carî bang lê kirin ku biçe qereolê, 25 doz  li ser hate vekirin. Sê salan bi ser mala wî de girtin, hate destgîrkirin û bi şertê kontrola edlî hate berdan. Ev du sal in diçe qereqolê û îmzeya xwe dide. Candemîr herî dawî Gulanê dema nobeta greva birçîbûnê wexta ku li pey nûçeyan bû polîsên Tirk derb lê dan û destgîr kiribûn û dîsa doz lê hatibû vekirin.