Bandora dagirkeriya Tirk ya li ser hilbijartinên Başûrê Kurdistan

Ji ber ku di beriya hilbijartinê de dewleta Tirk êrîşî herêma Bradostê û hemû Başûrê Kurdistanê dike, gel dibêje ‘Kesên ku li dijî dagirkeriyê dernekeve, em dengê xwe nadin wan.’

20 roj man ji hilbijartina parlementoya Iraqê re. Propagandaya hilbijartinê ya li Iraqê û li Başûrê Kurdistanê didome. Ji ber ku di beriya hilbijartinê de dewleta Tirk êrîşî herêma Bradostê û hemû Başûrê Kurdistanê dike, gel dibêje ‘Kesên ku li dijî dagirkeriyê dernekeve, em dengê xwe nadin wan.’

Li Iraqê wê hilbijartina parlementoyê di 12’ê Gulanê de were kirin û nêzî 20 roj maye. Partiyên ku ew ê têkevin hilbijartinê, lîsteyên partiyan, amadekariya xwe yên hilbijartinê û propagandayê di 15’ê Nîsanê de dabûn destpêkirin. Propaganda û amadekarî didomin. Lê di beriya hilbijartinê de êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bradostê û êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê didomin. Ev êrîş tê wateya mudaxeleya li ser hilbijartinên Iraqê. Ji ber vê jî helwesta li hemberî êrîşên dagirker ên partiyên li Iraqê û helwesta partiyên Kurdan ên li Başûrê Kurdistanê, ew ê encamên hilbijartinê diyar bike. Iraqê çend roj berê hêzên ewlekariya sînor şand herêma Bradostê ya ku êrîşên dagirker li ser wê tê kirin. Piştî ku li herêmê hin lêkolîn kirin, vegeriyan û tu daxuyanî nedan. Vê pêngava Iraqê tê wateya ku ji gelên Başûrê Kurdistanê re bibêje em li dijî êrîşên dagirker in. Ji ber ku Iraqê helwesta gelê Başûr a li dijî dagirkeriyê  di dema xwedîlêderketina Efrînê de dîtibû. Ji bo ku nîşan bide, ew li hemberî dagirkeriyê ye û li gorî destûra bingehîn dixwaze sînorên xwe biparêze, hêzên xwe yên ewlehiya sînor şand qada ku êrîşên dagirker lê hene.

LI HEMBERÎ ÊRÎŞAN HELWESTA PARTIYAN ÇI YE?

Hikumeta Iraqê hesasiyeta gelên Başûrê Kurdistanê li ber çavan girt û heyeteke xwe ya leşkerî şand herêma ku êrîş li ser wê heye. Lê tê meraqkirin ku partiyên Başûrê Kurdistanê li hemberî dagirkeriyê dibêjin çi. Heta niha ji xeynî Goran û Tevgera Azadî tu partiyan yekser li dijî dagirkeriyê helwesta xwe diyar nekirine. Gelên Başûrê Kurdistanê her dem dibêje ku ew ê dengê xwe nedin partiyên ku li dijî dagirkeriyê dernakevin. Ji ber ku ji bo gelên Başûrê Kurdistanê krîter, helwesta li dijî dagirkeriyê ya partiyan e. Dibe ku partiyên li dijî dagirkeriyê ji partiyên ku ne li dijî dagirkeriyê zêdetir dengan bistîne.

BANDORA KERKÛKÊ Û ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ YA LI SER HILBIJARTINÊ

Mijara ku herî zêde siyasetmedar, pisporên siyasetê û rewşenbîrên li Başûrê Kurdistanê li ser diaxivin; bandora Kerkûkê û herêmên ji dest hatine berdan, her wiha êrîşên dagirkeriyê yên li ser hilbijartinê ye.

Tê gotin partiya herî zêde winda bike wê PDK be ku li Kerkûkê tevlî hilbijartinê nabe. Tevî PDK'ê partiya Îslamî Yekgirtû jî weke partiyeke ku winda dike tê nîşandan, ji ber siyaseta xwe ya alîgiriya Tirkiyeyê. Her wiha tê gotin ku partiyên Kurd wê 8 parlamenterên berê ji Mûsilê derdixistin ji dest bidin. Tevgera Goran ji ber helwesta xwe ya zelal a li dijî dagirkeriyê rêjeya dengê xwe diparêze. Tê gotin Tevgera Goran û Tevgera Azadî wê dengê xwe zêde bikin. Wekî din tê texmînkirin ku YNK jî dengê xwe yê li Silêmanî û Soran biparêze.

LI ŞÛNA DIJBERIYÊ LI DAGIRKERIYÊ BIKIN, SERÎ LI RÊBAZÊN QIRÊJ ÊN PROPAGANDAYÊ DIDIN

Pîvana dengdanê ya gelê Başûrê Kurdistanê dijberiya li dagirkeriyê ye. Ji ber vê pîvanê, bivê nevê partiyên Başûr neçar in li gorî vê yekê tevbigerin. Lê belê heta niha ji bilî çend partiyan, kesî ev yek esas negirtiye. Lewma tê payîn ku deng û hejmara parlamenterên partiyên ku li ber dagirkeriyê ranabin kêm bibe. Li her devera cîhanê dema ku pêvajoya fermî ya propaganda hilbijartinê dest pê dike, her partî xwe ji bo mîtîng, civîn û weşanên taybet amade dikin. Lê partiyên li Başûrê Kurdistanê tenê afîş li bajar, gund û bajarokan daliqandine û buroyên hilbijartinê vedikin. Bi vî rengî xwe ji hilbijartinê re amade dikin. Ya ku herî kêm tê kirin jî mîtîng û civîn e. Di mîtîng û civînan de partî qala bernameyên xwe dikin û balê dikişînin ser projeyên xwe yên ji bo çareseriyê. Li Başûrê Kurdistanê heta niha kêm partiyan bernameya hilbijartinê eşkere kirine. Li şûna ku xwe bi mîtîng, xwepêşandan û civînan amade bikin, bi rêya medya civakî, rojname, kovar û qenalên televîzyonê kampanya reşkirinê li dijî hev dimeşînin û bi vî rengî propaganda hilbijartinê dikin. Her wiha hin partî heqaretê li kesayetên girîng ên li Başûrê Kurdistanê ku weke nirxên gel tên dîtin, dikin. Li ser medya civakî heqaret li Îbrahîm Ehmed, Mam Celal, Newşîrvan Mistefa û gelek kesayetên hêja yên Kurd tê kirin. Yên ku ji wan heye ku bi heqareta li van kesayetan re dikarin deng bi dest bixin, xwe dixapînin. Gelê Başûrê Kurdistanê nîşan dide ku wê dengê xwe bide hêzên ku xwedî li mîrateya kesayetên Kurd derdikevin û li ber dagirkeriyê radibin. Gelê Başûrê Kurdistanê bi rengekî vekirî dibêje 'ez ê dengê xwe bidim yên li ber dagirkeriyê radibe'. Bi vê helwesta xwe re rêya siyaseteke bi pîvan û exlaqî nîşanî partî, rêxistin û tifaqan dide.