Balsak: Ramanên Ocalan bandorê li ser civakê dike

Parêzer Cemîle Tûrhalli Balsak diyar kir ku civak hevdîtina bi Ocalan re weke çêbûna aştiyê dibîne û got ku dema hevdîtin çênabin jî weke şer dixe hişê.

Parêzer Cemîle Tûrhalli Balsak têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Gelê Kurd Abdullah Ocalan te meşandin ji ANF’ê re axivî. Balsak anî ziman ku civak hevdîtina bi Ocalan re weke çêbûna aştiyê dibîne û ev tişt got: “Dema hevdîtin çênabin jî weke şer di hişê xwe de kod dike. Me ev weke pêvajoyekê dît. Di vê pêvajoyê de em dibînin ku ji înkara Kurdan wêdetir, jiholêrakirina Kurdan heye."

‘TECRÎD BI HIQÛQÊ NAYÊ ÎFADE KIRIN’

Balsak anî ziman ku tecrîda girankirî ya li ser Birêz Ocalan, bi hiqûqê nayê îfade kirin û wiha axivî: “Tecrîd weke têgîn tê maneya razberkirin, vederkirin û ji bo mirovek li derveyî civakê û mirovan bê çalakiya fiîlî ye. Helbet tecrîda girankirî ya li ser Birêz Ocalan, bi esasî em nikarin bi hiqûqê îfade bikin. Yanî mirov tenê dikare bi bêhiqûqiyê îfade bike. Tecrîd, di aliyê hiqûqî, peymanên navneteweyî de rêbazeke ku dikare were pêkanîn nîne. Raporên komîsyonên navneteweyî yên tecrîdê qebûl nakin, heta têkildarî îşkenceyê weke sûcê mirovatiyê, li dijî mirovatiyê dibînin jî hene. Mînak Xala Heftemîn a Terkîba Komîteya Mafê Mirovan a Mafên Şexsî û Siyasî ya Neteweyên Yekbûyî li gor terîfa îşkenceyê ku îfadeyeke wê heye, di vê çarçoveyê de girtiye dest. Yanî nirxandineke wê ya diyar dike, tecrîda demdirêj bi rastî dibe ku îşkence be heye. Ji lewra raporên navneteweyî yên tecrîdê qebûl nakin û weke tiştekî divê neyê pejirandin hene. Bêguman tecrîda li ser Birêz Ocalan tecrîdeke pir giran e. Qedexeyeke ku mutleq divê hevdîtin pêre çênebin heye. Û ev hemû jî di biryar û qanûnên cezayê yên hatine qebûlkirin de jî nînin. Ev aşkera ku mewzûatê jî binpê dike, mudaxeleyeke bi awayekî fiîlî bûye desthilat e.” 

Balsak da zanîn ku tecrîd pêkanîneke ku di nav ceza de ceza ye, li hemberî girtiyên din jî tê pêkanîn, lê belê tecrîda li ser Birêz Ocalan bi awayekî zêde û giran tê meşandin. Balsak destnîşan kir ku bi tecrîdê re qada lê dimîne, lê qedexe dikin, nahêlin bi mirovan re bê cem hev û bi awayekî îzole dikin. 

‘REJÎMA CEZAYÊ’

Balsak, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev dihêle ku tecrîdê hê girantir bijî. Dîsa demeke dirêj pir bi sînor bi kesên din re tê cem hev û weke hûn dizanin demeke dirêj, kesek li cem Birêz Ocalan nebû. Bi tena xwe, ya rastî di hucreyeke yek kesî de dihat hiştin. Paşê piştî pêvajoya em weke pêvajoya çareseriyê bi nav dikin, hinek girtî birin cem. Bi qasî em dizanin, ji aliyê parêzeran ve ji raya giştî re hatiye ragihandin, hevdîtin bi wan girtiyan re jî timî çênabin. Di navberên diyar de tên gel hevdu. Dîsa ku pirtûkan nadinê, bi taybet mudaxeleyî kanalên televîzyonê yên temaşe dike dikin. Yanî ew bi xwe biryar digirin bê wê çi temaşe bike, çi temaşe neke, wê çi bixwîne çi nexwîne. Dîsa piştî ji pirtûkan hinek rûpelan jêdikin didinê û hwd. dema mirov van hemûyan destnîşan dike tenê bi tecrîdê nikare bê îfadekirin. Dîsa cezayê hucreyê ku danê, ev ji cezayê di nav cezayê û tecrîdê wêdetir, pêkanîneke ku xwedî armanc e. Divê mirov vê wer qebûl bike. Ez dibêjim ku ji bo Birêz Ocalan tecrîd, ne cezayê di nav cezayê û rejîma cezayê ye, bi awayekî veguherandine teknîkeke rêveberiyê ye. Begûman di vir de niyeteke ku hatiye hûnandin û plankirin heye. Yanî idare yên biryara vê didin Wezareta Edaletê bi xwe ye. Vê timî li ser biryareke îdareyê tê şekilgirtin. Tevî biryareke dadgehê jî nîne, veguheriye rêbazekî cezakirinê ya ciddî. Teknîkeke rêveberiya îdarî ye ya vê timî bi awayekî xerab pêk tîne. Ji derveyî vê bi qasî gihiştiye raya giştî, ev hesabên hatine plankirin ên me behsa wan kir, li aliyekî, li piştperdeya wê xisûsên girîng, ên ji armancên siyasî ne qut in hene. Ev li gor me pir aşkera ye.”

‘PEYAMÊN OCALAN BANDORÊ LI SER CIVAKÊ DIKE’

Balsak bal kişan li ser rola Ocalan ya di çareseriyê de û wiha pê de çû: “Têkildarî gotin, nirxandin û îfadeyên Birêz Ocalan ên bi qasî gihiştine raya giştî, bi rastî di nav avahiya siyasî ya Tirkiyeyê de têkildarî çareserkirina pirsgirêka Kurd perspektîfên destnîşan kirine û pêşniyarên dike, em dibînin ku niyeteke wî ya şer li derve dihêle heye. Mirov dikare vê bi mînakan rehettir îfade bike. Pêvajoyeke çareseriyê ya ji bihara 2013’an dest pê kir hebû. Demeke wiha bû ku şer hebû, bi rastî mirin hebûn û cenaze dihatin. Her kesî êdî hêviyên xwe winda kiribûn, di nav civakê de guman û fikare hakim bibû. Di wê pêvajoyê de daxuyaniyên Ocalan bê çi qasî têkildarî aştiyê, çareseriyê û alî ber bi muzakereyê ve dibir, û dema bersiv ji van daxuyaniyan re hat. Peyama wî ji civakê re hat ragihandin, derket holê bê bandora wî çi qasî li ser civakê heye û dikare çi qasî tevkariyê li aştiyê bike me dît. Ji ber ti carî aştî red nekir, berevajî şer red kir. Timî xisûsa ku alternatîfa wî aştî ye, divê aştî bê avakirin, herî kêm divê mutebeqata civakî çawa bê avakirin, nêrîn û nirxandin kirin. Ev di nav civakê û raya giştî de jî bi awayekî ciddî hat nîqaşkirin û ev nêrîn bi gewde bûn. Bi awayekî berbiçav civakê bersiva van nêrinan da, ew nêrîn pêşwazî kir. Bi vê re heta 2015’an pêvajoyeke bêpevçûn a ciddî pêk hat.

Ez van ne ji bo Birêz Ocalan vebêjim dibêjim, jixwe pêvajo bi xwe Birêz Ocalan vedibêje. Dema diaxive em dibînin ku ne şer aştî alternatîfek e. Em bala xwe bidinê di wê pêvajoyê de aştî ji fikirandinê wêdetir weke tiştekî mirov jê nefret bike dihat dîtin. Yanî baweriya bi aştiyê pir kêm bibû. Mirovan di wê demê de dît ku mirov dikare aştiyê bijî, kuştin û şer dikare pêk neyê. Mirovan dît mirov dikare bêje ku aştî dikare pêk were û bi vê îqna bûn. Bêguman di vê de tevkariya Birêz Ocalan pir bû. Em dikarin bêjin ku ev ji aliyê civakê ve jî bi vî awayî hat dîtin. Di hişê civakê de ev tişt çêdibe ku dema Birêz Ocalan re hevdîtin pêk tê, derfetên aştiyê pêş dikeve. Lê dema hevdîtin çênabin, tê dîtin bê şer çi qasî bi awayekî dijwar civakê birîndar dike, çi qasî zehmetiyan çêdike û zerarê dide mirovan.”

‘HEVDÎTINÊN BI OCALAN RE ÇÊBÛNA AŞTIYÊ YE’

Balsak bilêv kir ku civak hevdîtina bi Ocalan re weke çêbûna aştiyê dibîne û ev tişt got: “Dema hevdîtin çênabin jî weke şer di hişê xwe de kod dike. Me ev weke pêvajoyekê dît. Di vê pêvajoyê de em dibînin ku ji înkara Kurdan wêdetir, jiholêrakirina Kurdan heye. Tevî ev qasî şer li şûna îhtîmala aştiyê were pêşxistin û di vî alî de xwestekek çêbibe, têkildarî şer bi biryareke îdarî mixabin civak ber bi merheleyeke cuda ve hatiye dahfdan. Ev ji bilî ku desthilatdarî li gor xwesteka xwe pêş dixe tiştekî din nîne. Em ji van mînakan jî dikarin bibînin ku çawa şer biryareke îdarî tê pêşxistin, tecrîda li ser Birêz Ocalan jî bi heman biryara îdarî tê meşandin.”