Balefirên şer ên Tirk qadên gerîlayan bomberdûman kirin
Balefirên şer ên Tirk qadên Zap, Avaşîn û Xakurkê bomberdûman kirin. HPG’ê diyar kir ku di êrîşên hewayî de tiştek bi hêzên wan nehatiye.
Balefirên şer ên Tirk qadên Zap, Avaşîn û Xakurkê bomberdûman kirin. HPG’ê diyar kir ku di êrîşên hewayî de tiştek bi hêzên wan nehatiye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşên hewayî daxuyaniyeke nivîskî weşand.
HPG’ê diyar kir ku “Di 6’ê Adarê de saet di navbera 06.30 û 11.30’an de balefirên şer ên artêşa Tirk qadên Şikefta Birîndara û Saca yên Zapê, qadên Tepê Sor û Geliyê Avaşîn ê herêma Avaşînê û Girê Evdilkovî yê li Xakurkê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kirine. Di van bomberdûmanan de tiştek bi hêzên me nehatiye.”