Balafirên şer ên Tirk li sivîlan dan: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker careke din bombe li sivîlên li Çiyayê Kortekê yê Qendîlê barandin. Jin û zarok jî di nav de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker êvarê bombe li du wesayitên sivîlên li gundê Berd Kuran ê li Çiyayê Kortekê yê Qendîlê barandin.

Jin û zarok jî di nav de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 5 sivîl jî birîndar bûn.

Ji kesên jiyana xwe ji dest dane yek jê jin e û yek jî zarokekî çar salî ye.

Kesên jiyana xwe ji dest dan rakirin nexweşxaneya li navçeya Ranya ya Silêmaniyeyê.

Balafirên şer ên artêşa Tirk 21'ê Tebaxa 2011'an jî bombe li wesayiteke sivîlan a li qada Kortekê barandibû û yek jê pitik, du jê zarok, yek jê jin heft kes ji malbatekê kuştibûn.