Balafirgehên li Başûrê Kurdistanê wê 2 mehên din girtî bin
Saziya Hewakariya Sivîl a Iraqê ragihand, balafirgehên li Başûrê Kurdistanê 2 mehên din li seferên navneteweyî girtî bin.
Saziya Hewakariya Sivîl a Iraqê ragihand, balafirgehên li Başûrê Kurdistanê 2 mehên din li seferên navneteweyî girtî bin.
Saziya Hewakariya Sivîl a Iraqê biryar da, seferên navneteweyî yên li balafirgehên li Başûrê Kurdistanê 2 mehên din qedexe bike.
Hikumeta navendî ya Iraqê, piştî referandûma 25'ê Îlonê ya Başûrê Kurdistanê, balafirgehên Silêmanî û Hewlêrê li seferên navneteweyî girtibû.
Di daxuyaniya Saziya Hewakariya Sivîl a Iraqê de hat gtin, "Balafirgehên Hewlêr û Silêmanî wê heta 28'ê Sibata 2018'an li firînê girtî bin."
Biryara girtina balafirgehên Başûrê Kurdistanê li seferên navneteweyî 29'ê Îlonê hatibû dayin û qedexeya ji bo 3 mehan hatibû destnîşankirin wê 29'ê Kanûnê biqediya.