Balafirên Tirk bombe li herêma Amêdiyê barandin
Balafirên şer ên Tirk bombe li herêmên Nêrwe û Rêkan ên girêdayî navçeya Amêdiyê ya ser bi Dihokê ya Başûrê Kurdistanê barandin.
Balafirên şer ên Tirk bombe li herêmên Nêrwe û Rêkan ên girêdayî navçeya Amêdiyê ya ser bi Dihokê ya Başûrê Kurdistanê barandin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, balafirên şer ên Tirk li gel balafirên keşfê saet derdorî 03:00’ê sibê li herêmê firiyane. Di saet 04:10’î jî herêmên Nêrweh û Rêkan ên girêdayî navçeya Amêdiyê ya Dihokê jî bombe barandin.
Di derbarê ziyanên bomberdûmanê heta niha agahiyên zelel nehatine girtin.