Balafirên şer ên Tirk Zap û Avaşîn bombe kirin

Balafirên şer ên artêşa Tirk Zap û Avaşîn ên Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin.

Navenda ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî da û ragihand balafirên şer ên Tirk 28’ê Mijdarê, 1 û 3’ê Kanûnê bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.

HPG’ê ev agahî parve kir: “Êrîşên balafirên şer ên Tirk a dagirker a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin, di vê çarçoveyê de;

28’ê Mijdarê balafiran bombe li devera Şehîd Rustem a Herêma Zapê barandin.

1’ê Kanûnê balafirên şer du cara bombe li devera Werxelê ya herêma Zapê barandin.

3’yê Kanûnê saet di navbera 12:00-14:05’an balafirên şer 15 caran bombe li devera Werxelê barandin.

Di van bomberdûmanan de tiştek bi hevalên me nehatiye.”