BI DÎMEN

Balafirên şer yên artêşa Tirk goristana gerîlayan bombebaran kir

Balafirên şer yên artêşa Tirk duh şev gorsitana Mehmet Karansungur ya li Qadên Parastinê yê Medyayê herema Qendîlê bombebaran kirin.

Balafirên şer yên artêşa Tirk duh şev di seat 20.00’an de goristana gerillayan ya li Qendîlê bombebaran kirin.

Li gorî agahiyê ku hatin destxistin, di bombebaran goristana gerîlayan de gelek gorên gerîlaya xirab bûne.

Di êrîşa hewayî de mûzeya şehîdan a li şehîdgeha şehîd Mehmet Karasungur, her wiha cihê ku gora  Apê Hesen (Ahmet Înce) lê ye ziyan dîtiye, mêvanxaneya ku ji bo mêvanên dihatin şehîdgehê hatibû amadekirin, ji hêla balafirên şer ên Tirk ve hatiye hedefkirin û ziyaneke mezin dane mêvanxaneyê.