Balafirên şer ên Tirk Qendîl û Xakûrkê bomberdûman dike

Balafirên şer ên dewleta Tirk herêmên Qendîl, Bradûst û Xakûrkê bomberdûman dike.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker ji saet 20:45’ê ve herêmên Qendîl, Bradûst û Xakûrkê yên girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman dike.

Di derbarê encamên bombebaranê de heta niha ti agahî nehatine girtin û bombebaran didome.

Her wiha welatiyên herêma Bradûst diyar kirin ku balafirên şer ên dewleta Tirk di ser herêmê re pir nizim difirin û cihên nêzî sivîlan bombe dikin.