Balafirên şer ên Tirk li gundên Qendîlê dan
Balafirên şer ên Tirk saet nêzî 19.00’an êrîşî Qendîlê kirin.
Balafirên şer ên Tirk saet nêzî 19.00’an êrîşî Qendîlê kirin.
Çavkaniyên herêmî ji ajansa me re axivîn, ragihandin ku balafirên şer mabeyna gundên Bukrîska û Lewceyê yên li Qendîlê bombe kirine û parçeyên qazanan xwe gihandina nava gundan.
Nehat diyarkirin ku bê di êrîşê de kuştî hene an ne.
Hêjayî gotinê ye ku êrîşa hewayî beriya ku Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim biçe Bexda û Hewlêrê pêk hat.