Balafirên şer ên Tirk carekî din gundê Şarbajar bombe kirin

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li gorî saeta herêmî 13:30’î de gundên dikevin sînorên Şarbajar bombe kirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî balafirên şer ên Tirk a dagirker saet 13:30’î derdorî gundên Qamîş girêdayî Şarbajar a Mawete bombe kirin.

Çavkaniyê ragihand ku ji ber bomberdûmanê agirekî mezin li çiyayê Qamîş derketiye. Ji ber dijwariya agir heta niha tîmên mudaxeleyê nekarîne xwe bigihînin herêmê ku li ser ziyanên canî û madî agahî bistînin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku 26’ê Hezîranê dîsa balafirên şer ên Tirk bombe li Kune Masî ya Şarbajar a Silêmaniyê barandibû 2 kes şehîd, 6 kes ji heman malbatê bi giştî 8 sivîl birîndar bûbûn.

4'ê Tebaxê geliyên Jajolan û Kiwêreke yên 3 kêlometre dûrî gundê Gelawe ya herêma Şarbaşjêr ji aliyê balafirên şer ên bê mirov ên bi çek (SÎHA) ve hatibû bombekirin.