Balafirên şer ên Tirk bombe li Zap, Çemço û Kunişka barandin
Balafirên şer ên artêşa Tirk, bombe li herêmên Zap, Çemço û Kunişka yên ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.
Balafirên şer ên artêşa Tirk, bombe li herêmên Zap, Çemço û Kunişka yên ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser êrîşên hewayî yên artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hat dayîn: "Artêşa Tirk, piştî ku bi balafirên şer bombe li Şehîdgeha Şehîd Mehmet Karasûngûr barand, roja 19'ê Sibatê jî êrîşên xwe dewam kir. Di vê çarçoveyê de;
Roja 19'ê Sibatê saet di navbera 01:00-02:00 de balafirên şer ên artêşa TC bombe li qadên Çemço û Kunişka yên herêma Zapê barandin. Balafirên şer roja 17'ê Sibatê jî saet di 20:00 de bombe li dora gundê Miska yê li herêma Metîna barandin.
Ji ber bomberdûmanê tiştek bi kesî nehat. Lê belê xisar li dehl û rezên gundiyan bû."