Balafirên şer ên Tirk bombe li Şengal û Karaçokê barandin

Balafirên şer ên Tirk bombe li çiyayên Karaçokê yên li Rojava û li Şengalê barandin.

Balafirên şer ên Tirk bombe li çiyayên Karaçokê yên li Rojava û li hin herêmên Şengalê barandin.

Tê gotin, êrîşên ku Amûd û Geliyê Kersê yên Şengalê tên kirin, didomin. Li gorî agahiyan, bomberdûman ji aliyê 26 balafirên şer ên Tirk ve hatiye kirin.

Her wiha hat ragihandin, balafirên şer ên Tirk beriya bombeyan li herêma Karaçok a Rojava bibarînin, li Dêrik, derdora wê û herêma Karaçokê, torên ragihandinê bi temamî hatine birîn.