Balafirên şer ên Tirk bombe li herêma Bradostê barandin
Balafirên şer ên Tirk bombe li herêma Bradostê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.
Balafirên şer ên Tirk bombe li herêma Bradostê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, balafirên şer ên Tirk doh bi şev saet 20:50'î bombe li herêma Bradostê ya Xakurkê barandin.
Hate gotin, balafirên şer li 4-5 nuqteyên Lêlîkanê yên nêzî cihên ku leşkerên Tirk ên dagirker lê ne, bombe barandine.