Balafirên şer ên Tirk bombe li gundên Amediyeyê barandin
Artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe yên hewayî yên li Başûrê Kurdistanê dewam dike. Îro jî bombe li gundên Amediyeyê barand.
Artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe yên hewayî yên li Başûrê Kurdistanê dewam dike. Îro jî bombe li gundên Amediyeyê barand.
Balafirên şer ên Tirk îro saet 11'an bombe li gundên navçeya Amediye ya Duhokê barandin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, bomberdûman li gundên Gulka û Bazê yên Amediyeyê hatine kirin. Ji ber bomberdûmanê zerar li dehl û rezên gundiyan bû.
Bomberdûman hê jî dewam dike.