Balafirên şer ên Tirk bombe li gundekî Amediyê barandin
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagiker bombe li derdora bajarê Amediyê yê Başûrê Kurdistanê barandin.
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagiker bombe li derdora bajarê Amediyê yê Başûrê Kurdistanê barandin.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, balafirên şer ên Tirk li gorî dema herêmê saet 15:50'î bombe li gundekî Amediyê barandin.
Hate ragihandin, balafirên şer ên Tirk bombe li gundê Guherizê û derdora wê barandine, li ser herêmên Zap û Kurejero jî balafirên keşfê geriyane. Li ser encamên êrîşê agahî bi dest neketin.
Balafirên şer ên Tirk roja 28'ê Kanûnê gundên Lêtan, Deraw û Kewertê yên herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê bomberdûman kiribûn û zerar dabûn bax û baxçeyên gundiyan.