Balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li herêma Qendîlê barandin
HPG'ê diyar kir, balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li herêma Qendîlê barandine û ragihand, tiştek bi hêzên wan nehatiye.
HPG'ê diyar kir, balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li herêma Qendîlê barandine û ragihand, tiştek bi hêzên wan nehatiye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, 8'ê Çileyê saet navbera 14:30 û 15:30'î balafirên artêşa Tirk bombe li qada Dola Bedrana ya herêma Qendîlê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandine.
HPG'ê diyar kir, ji ber bomberdûmanê ti zerar negihaştiye hêzên wan.