Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk agahî da.
Li gorî daxuyaniyê, di 16'ê Kanûnê de saet di 18:40'an de, balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li herêma Kanîreş û Geliyê Çil û Çar yê herêma Xakûrkê û derdora gundê Meyrokê ya herêma Gare yên Herêmên Parastinê yên Medyayê barandiye.
HPG’ê diyar kir ku balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker roja 14’ê Kanûnê jî bombe li herêma Keşan a Heftanîn ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandiye.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji ber bomberdûmanê zerar û ziyan negihiştiye hêzên me. Lê zirarek mezin gihiştiye bax û baxçeyên gundiyan.”