Balafirên Koalîsyonê duh şev li çeteyên DAÎŞ’ê dabûn

Duh di saetên şevê yên direngî de balafirên Koalîsyonê ya li dijî DAÎŞ’ê li rojhilatê çiyayê Qereçoxê bombe li çeteyên DAÎŞ’ê barandibû. Di encama bomberdûmanê de 6 çete hatine kuştin.

Balafirên Koalîsyonê yên li Dijî DAÎŞ’ê duh di saetên direngî yên şevê de li çeteyên DAÎŞ’ê yên dikevin aliyê rojhilat ê Çiyayê Qereçoxê bombe kirin.

Hate ragihandin ku di bomberdûmanê de 6 çete hatine kuştin.

Çeteyên DAÎŞ’ê yên ku navendên wan bûn hedefa balafirên koalîsyonê, zeviyên çandiniyê yên gundiyên herêmê şewitandibûn.

Piştî êrîşê balafirên şer ên koalîsyonê pir nizim li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê re firîbûn û ji bo demekê jî balafirên keşfê li herêmê firiyan.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di demê dawî li herêmê tevgera çeteyên DAÎŞ’ê pir zêde bûye, dem bi dem êrîşî hêzên Iraqê û dîsa welatiyên sivîl ên li herêmê direvînin û qetil dikin.