Balafirên keşfê û şer li Şengalê difirin

Ji saetên sibê ve balafirên keşfê li esmanên Şengalê digerin. Di saetên êvarî de jî liv û tevgera balafirên şer jî li herêmê zêde bû.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin ji sibehê ve tevgerekî zêde ya balafirên keşfê li Şengalê heye, dîsa hate ragihandin ku di saetên êvarî de balafirên şer jî li herêmê digerin.

Nehate zanîn bê ka ev balafir ên girêdayî Iraqê, yan dewleta Tirk an jî koalîsyona li dijî DAÎŞ’ê ye.

Liv û tevgera li herêmê didome.

Hêjayî bibîr xistinê ye piştî liv û tevgera balafirên keşfê yên bê mirov û biçek SÎHA yên Tirk a li herêmê di 23-25’ê Tebaxa 2020’ê SÎHA’yan êrîşî Şengalê kiribû.

Heman demê 25’ê Hezîrana 2020’ê jî hemwext dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer êrîşî Şengal, Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê kiribûn.