Balafirên keşfê hê jî li asîmanên Mexmûrê difirin
Piştî êrîşa balafirên şer ên Tirk li ser Hêzên Parastina Cewherî yên Mexmûrê firîna balafirên keşfê bê navber ya li ser Mexmûrê dewam dike.
Piştî êrîşa balafirên şer ên Tirk li ser Hêzên Parastina Cewherî yên Mexmûrê firîna balafirên keşfê bê navber ya li ser Mexmûrê dewam dike.
Tevgera balafirên keşfê yên artêşa dewleta Tirk a dagirker a piştî bomberdûmana Mexmûrê û şûnde dewam dike.
Di êrîşa saet 21:00’ê şevê ku li ser Hêzên Parastina Cewherî yên piştî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê xwe bi rêxistin kiribûn de 4 endamên Hêzên Parastina Cewherî şehîd bûn.
Di van kêliyan de hê jî protestokirina welatiyên Mexmûrê dewam dike.
Balkêşe pişt êrîşê tevgera balafirên keşfê ya li ser herêmê hê jî dewam dike.