Balafirên keşfê bê navber li ser Mexmûrê digerin

Ev çar roj in ku balafirên keşfê bê navber li ser asîmanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) digerin.

Balafirên keşfê yên bê mirov ev çar roj in ku li ser asîmanên Mexmûrê bê navber digerin. Ev yek di nava şêniyên wargehê de bûye cihê fikarê.

Her wiha li gorî agahiyên ku çend çavkaniyan parvekirî ev balafirên keşfê yên dewleta dagirker a Tirk in.

Hêjayê gotinê ye ku beriya niha jî roja 15’ê Nîsanê balafirên keşfê yên bê mirov û bi çek sê jinên şêniyên wargehê ku ji bêriyê divegeriyan kiribûn armanc û her sê jinên sivîl qetilkiribû. Her wiha bi destpêkirina aloziya li Zînî Wertê jî tevgera çeteyên DAÎŞ’ê ya li herêma hawîrdora Mexmûrê, balafirên şer û balafirên keşfê yên bê mirov pir zêde bûye.