Bakurê Sûriyeyê bi derfetên xwe bi deh hezaran koçberî xwedî dike

Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li kampên ku saziyên alîkariyê yên navneteweyî wan ji nedîtî ve tên, bi derfetên xwe bi deh hezaran koçberan xwedî dike.

Bi destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê re, bi sed hezaran koçberên ji herêmên cuda yên vî welatî û ji Iraqê koçî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin ku ev der ji xwe re ewle dîtin. Beşeke mezin a van koçberan hîn jî li bajarên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne. Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gelek bajaran ji bo koçberan kamp ava kir.

Li Kampa Newrozê ya li bajarê Dêrikê, li Kampa Holê ya li Hesekê, li Kampa Mebrûka ya li Serêkaniyê, li Kampa Eyn Îsa ya li Eyn Îsayê û li Kampa Îwa ya li Dêra Zorê bi deh hezaran koçber hene. Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi derfetên xwe xizmetê dide van kampan. Li gel van kampan, kampên Berxwedan, Serdem û Efrînê li herêma Şehbayê hene ku bi deh hezaran Efrîniyên ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk koç kirin, lê ne.

Ji roja destpêkirina şerê Sûriyeyê û vir ve, dewleta Tirk mijara penaberan li dijî welatên rojavayî, neteweyên Yekbûyî û saziyên alîkariyê yên navneteweyî bi kar anî û di encama van gefan de bi milyaran dolar ji dewleta Tirk re hatin dayin. Lê belê saziyên navneteweyî kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji nedîtî ve tên. Li gel bangên ku heta niha hatine kirin, alîkariyeke gelekî biçûk ji kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re hatiye kirin. Piraniya lêçûnên kampan ji aliyê Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve tên dayin.

12 HEZAR Û 500 KOÇBER HENE

Bi destpêkirina zivistanê re şert û mercên jiyanê yên li kampan giran nebaş dibe. Yek ji mezintirîn kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kampa Eyn Îsa ye. ANF'ê serdana kampê kir. Kamp beriya niha bi du salan ji aliyê Meclîsa Sivîl a Reqayê ve hate avakirin û niha 12 hezar û 500 penaber lê ne. Ji rêveberên kampê Celal El Eyaf diyar kir ku li kampê 1080 kon hene û got, alîkariya ku Neteweyên Yekbûyî bi me re dike gelekî kêm e û piraniya pêwîstiyên wan ji aliyê Meclîsa Sivîl a Reqayê ve tên.

Eyaf diyar kir, cihê ku kamp li ser hatiye çêkirin milkê taybet e û neçar in kirê bidin û got, ev wargeha mezin a ji konan pêk tê, ya me ye. Eyaf anî ziman, mehane ew 100 hezar lîreyê Sûriyeyê kirê didin û got, "Mafê me nîne ku em li ser vî erdê kirêkirî karekî bikin. Em nikarin xîzê lê bireşînin. Nikarin rê çêbikin. Ji ber ku ev erd ê şexsekî ye, em nikarin tiştekî bikin."

KOÇBERÊN JI HERÊMÊN CUDA

Ji rêveberên kampê Ebdulnasir Hemê jî bi bîr xist ku kamp berî du salan ava bûye û niha ji Reqayê 3 hezar û 115, ji Dêra Zorê 8 hezar û 73, ji Helebê hezar û 56, ji Îdlibê 48, ji Hamayê 64, ji Hûmsê 162 û ji Iraqê jî 518 kes li kampê ne. Hemê got, piraniya pêwîstiyên penaberan ji aliyê Meclîsa Sivîl a Reqayê ve tên dayin.

DAXWAZA JI BO AFIRANDINA DERFETÊN KAR

Koçberê bi navê Ganûş Mehmûd El Hesûn ku saleke tevî malbata xwe li kampê ye, diyar kir ku li kampê gelek sazî hene û hewl didin bersivê bidin pêwîstiyên wan. El Hesûn got, "Li kampê hemû sazî hene. Lê dîsa jî hin pirsgirêk hene. Divê rêveberiya kampê wan jî binirxînin û çareser bike. Pêwîstî bi çareserkirina meseleya perwerdeyê heye. Her wiha divê ji bo me derfetên kar bên afirandin. Mesela, ez mamoste me lê nikarim karê xwe bikim. Li vê derê mirovên ji gelek pîşeyî hene. Pêwîste şert û merc werin afirandin ku mirov karibin jiyana xwe ji nû ve li ser ava bikin."