Bakirhan: Heta ku pirsgirêka Kurd bidome, wê aramî pêk neyê
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Bakirhan li Dersimê bang li desthilatê kir û wiha got: “Heta ku pirsgirêka Kurd berdewam bike dê ne li Dersimê ne jî li Tirkiyeyê aramî pêk were.”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Bakirhan li Dersimê bang li desthilatê kir û wiha got: “Heta ku pirsgirêka Kurd berdewam bike dê ne li Dersimê ne jî li Tirkiyeyê aramî pêk were.”
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Dersimê, 2’yemîn Kongreya xwe ya Awarte bi dirûşma “Dem dema azadiyê ye” li eywaneke konferansê ya li Otelekê de li dar xist. Eywana bi alên DEM Partiyê hate xemilandin bi devî re tejî bû. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan, parlamentera bajêr Ayten Kordû û gelek rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û kes tevlî kongreyê bûn.
Kongre bi rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê girseyê dirûşmeyên “Şehîd namirin” berz kirin. Li ser têkoşîna kevneşopiya partiyê ya li Dersimê sînevîzyonek hate nîşandan.
Parlamentera DEM Partiyê ya Dersimê Ayten Kordû ya di kongreyê de axivî, bi bîr xist ku meha kanûnê meha komkujiyan e û kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn. Kordû çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpê kirin bi bîr xist û anî ziman ku rêya çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn Îmrali ye. Kordû, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Polîtîkaya tecrîdê ji Girava Îmraliyê dest pê kir û belavî hemû beşên civakê bû. Kedkar, jin, ciwan di bin tecrîdê de ne. Em ê li dijî vê polîtîkaya tecrîdê têkoşîna xwe bidomînin.” Kordû ya siyasetmedarên jin ên kurd Sakîne Cansiz û Aysel Dogan bi bîr anî, da zanîn ku dê di rêya wan de têkoşîna xwe bidomînin.
Serokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan jî bi kurdî dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Ez silavan ji hembajariyên Seyît Rizayan, Elîşêran, Zerîfeyan, Dr. Şivanan re dişinim. Ez ji hemû gelê me yê Dersimê yên ji duh heta îro weke Sakîne Cansiz, Aysel Dogan û Erdal Eren bi awayekî birûmet têdikoşin re silavan dişinim. Ez keyfxweş im ku li cihê Duzgun Baba, Ana Fatma û Buyer Baba me. Ez ji bo pêşwazîkirina we spasiyên xwe pêşkeş dikim.”
Bakirhan diyar kir ku pergala kapîtalîst di nava krîzekê de ye û ji bo xwe zindî bihêle pêdivî bi şeran dibîne û anî ziman ku bingeha vê yekê jî Rojhilata Navîn û Kurdistan e. Bakirhan bal kişand ser polîtîkaya du rû ya desthilata AKP’ê û MHP’ê ya di şerê Îsraîl û Filistînê de û wiha got: “Desthilata ku li aliyekê bi Îsraîlê re di nava bazirganiyeke zêde de ye, li aliyê din jî xwe weke ji bo Filistînê xemgîne dide nîşandan. Derdê wan ne azadiya gelê Filistînê ye derde wan ew e ku ka dê çend ton malzemeyan bifiroşin Îsraîlê. Desthilata ji bo Filistînê xemgîne li Rojava gelê me bombe baran dike. Ciwanên me tên qetilkirin. Saziyên tenduristiyê û kargeh tên bombe kirin. Ne tenê Tirkiye her derê cîhanê li dijî kurdan şerekê dide meşandin. Ji ber wê yekê ev pêvajo girîng e. Bi bona vê yekê divê em ji her demê bêtir xurt û birêxistin bibin. Heke ev pêvajoya şer dê bidome. Di serî de gelê kurd hemû gelên li Kurdistan û Tirkiyeyê dijîn divê helwesta xwe nîşanî vî şerî bidin û vî şerî bi rêxistinkirinê pûç bikin.”
Bakirhan ê ji Hevşaredara Dersimê ya berê Nûrhayat Altûn û Gultan Kişanak, Sebahat Tûncel, Selahattîn Demîrtaş û ji sedan girtiyan re ji Dersimê silav şandin wiha berdewma kir: “Ez dixwazim hevalên me yên ji HEP’ê heta niha di partiyên me yên siyasî û saziyên me yên demokratîk de xebitîne û jiyana xwe ji dest dane bi bîr bînim. Heke em bikarin bêjin em kurd in elewî ne ev saya keda wan e. Dersim navendeke gelek girîng ku pêşî li têkoşîna civakî vekirî ye ye. Dersim ne tenê kaniya sereke ya Rêya Heq e, kaniya sereke ya têkoşînê jî ye.”
Bakirhan, ê qala pêkanînên taybet ên li Dersimê kir, ev tişt gotin: “Dersim ji dîrokê heta niha tu serdeman ji têkoşînê paş ve gav neavêt. Ji ber vê yekê pergal cudatir nêzîkî Dersimê dibe. Pergal li Dersimê polîtîkayên zextker pêk tîne. Divê hevalên me yên Dersimê li dijî van polîtîkayan bi rêxistinkir têbikoşin. Em neçarin ku polîtîkayên pergalê ji ser vê axê biavêjin. Di sala 1937-38’an qirkirineke fizîkî hate pêkanîn. Niha pergal hem qirkirineke xwezayî hem jî yeke çandinî dike. Ji çar aliyan ve hewl didin bi bendav, kanên madenê bi xwezaya Dersimê re bilizîn. Me navên ku nirxên xwe yên ji bo me sembol in dan cadeyan. Ji bo ku jin tevlî siyasetê û jiyanê bibe me proje çêkirin lê qeyûm tayînkirin. Me dît ku ka qeyûm çi anî serê Dersimê. Pêdiviya Dersimê careke din bi feraseta me ya rêveberiyên herêmî heye.”
Bakirhan, bi bîr xist ku rayedarên desthilatê li her derê ji bo Dersimê dibêjin “bajarê aramiyê” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ka em ji we bipirsin bajarê aramiyê ye, aramî heye? Li Dersimê êdî ciwanên me bi rêya pergalê tên koçkirin. Dersimê bê ciwan dihêlin. Ji bo ku têkoşîn berdewam bike û polîtîkayên pergalê werin pûçkirin divê xwedî li ciwanên me were derketin. Şûna ku li derve karker û paneber bin berxwedan bi gelê Dersimê re bi rûmettir e. Ez bawer im ji bo ku ciwan li ser axa xwe bijîn gelê Dersimê tişta ku dikeve berê wan dê bike.”
Bakirhan, diyar kir ku ji bo polîtîkayên desthilatê bên pûçkirin divê zêdetir di nava piştevaniyê de bin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê tevî derfetê dewletê û hikumetê em hilberînên alternatîf çêbikin. Çiyayên me daristanên me Çemê Mûnzûrê vekiriye. Şûna ku em ji ser axa xwe biçin û întîhar bikin, pariyek nan û fireke avê bimîne jî em ê bimînin. Koçkirina ji van deran ji Aysel Doganan, Sakîne Cansizan, Îboyan, Mazlûman re neheqî ye.” Bakirhan diyar kir ku li her derê bajêr, kalekol, qereqol û kamerayan tejî bûye û wiha lê zêde kir: “Li cihekî wisa Gulistan Dokû li ku ye? Kesên Gulistan Dokû qetilkirine ji wan in. Ji ber ya hatiye qetilkirin kedkar û xizane ne di xema wan de ye. Heta ku em Gulistan Dokûyê bibînin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê kujerên Gulistana xwe bibînin û hesabê ji wan bipirsin.”
Bakirhan, axaftina xwe wiha domand:
“Bila sedsala duyemîn nebe sedsala komkujiyan, bila bibe sedsaleke u baweriya Dersimê ji aliyê qanûnî ve hatiye ewlekirin û rê li ber aştiyê veke. Di şerê duh de ciwanan jiyanan xwe ji dest dan. Em naxwazin kes bimire. Çima 800 milyar dolarên Tirkiyeyê ji bo ku kurd bi zimanê xwe yê dayikê neaxive û dayika xwe nebîne were bikaranîn. Heke ev pere weke razemeniyê hatibûya bikaranîn niha Tirkiye îro li Rojhilata Navîn bûbû welatekî model. Heta ku pirsgirêka kurd berdewam bike kesên teqawîtbûyî dê 7 hezar û 500 lîreyan bigirin û gelek mirov dê mûçeya kêmtirîn bigire. Heta ku pirsgirêka kurd berdewam bike dê ne li Dersimê ne jî li Tirkiyeyê aramî û keyfxweşî pêk were. Em ji vir bang li hikumetê û aqlê dewletê dikin bila ‘ev ciwan jiyana xwe ji dest nedin’.
Li Dersimê dê hilbijartin çêbibe. Li Dersimê jî ewilî gelê me yê li eywanê rûniştiye dê bibe xwediyê gotinê. Dê li Dersimê di mijara diyarkirina namzetan de saziyên sivîl ên civakî, rûspî, her saziyên ked û pîşeyî yên bi rêxistinî, partiyên siyasî dê bibin xwediyê gotin û biryarê. Me vê carê ji we re hişt. Her dema em dihatin we em rexne dikirin. Hêvî dikim piştî hilbijartinê em ji we re nabêjin ‘we çima wisa kir’ em ê we pîroz bikin. Em dizanin ku em li Dersimê ne bitene ne, bi hêzên dost ên li vir re hevdîtinên me didomin. Ji bo ku vîna herkesê bi awayekî li Dersim û navçeyên wê cih bigire tişta ji destê me tê em ê bikin. Tevkariya vê pêvajoyê berpirsyariya me hemûyan e. Ez li ser vê kursiyê bi kelecan bûm, ji ber ku hûn hêz û moralê didin me. Hûn bi vê berxwedêriya xwe ji me re dibin hêvî. Em ê li Dersimê lihevkirina bajêr têxin meriyetê. Dînamîkên Dersimê, yên li Dersimê endamên me ne, deng didin me, nedin me kî hebe keremkin. Kesên xwedî li têkoşîna Aysel Doganan, Îboyan, Sakîneyan derdikevin kerem bikin werin. Em bi encamên ku bigirin nîşanî herkesê bidin ku Dersim çiqas bi qiymet e.
Serkeftina li Dersimê piştevaniya bi kesên li Rojava dibêjin ‘jin jiyan azadî ye’, piştevaniya bi çalakiya greva birçîbûnê re ye, xwedî derketina têkoşîna bi rûmet a Seyît Rizayan e. Serkeftina Dersimê, rêvebirina bi Dersimiyan re ji bo pêkanîna çareseriya pirsgirêka kurd dê hezêke mezin bide me. Ez bawer dikim ku em ê ji her demê zêdetir encameke demokratîk li Dersimê bi dest bixin. Ji bo vê em ê di serî de bawer bikin, em ê namzetên xwe û partiya xwe biparêzin da ku tiştên em jê bawer dikin bixin nava tevgerê. Heke em rêxistinbûyîna xwe ya bajêr bi tenê bihêlin, wê sîstem berê xwe bide. Heke em li ciwanên xwe xwedî dernekevin, heke em li dijî xizaniyê netêbikoşin, zarok û ciwanên me wê bibin penaber. Ez we hemûyan bi bîr û baweriya ku hûn ê wan biparêzin bi rêzdarî silav dikim”
Di hilbijartina bi yek lîsteyê hate kirin de Ozcan Gurtaş û Esma Ataş weke Hevserokên DEM Partiyê yên Dersimê hatin hilbijartin.