Bakirhan: Divê em vê pêvajoyê bi mirovên vî bajarî biparêzin re bi rê ve bibin

Hevserokê Giştî yê HEDEP'ê Tûncer Bakirhan ku bi Platforma Bajêr a Amedê û rêxistinên civaka sivîl re civiya, anî ziman ku divê em vê pêvajoyê bi namzetên demokratîk û mirovên vî bajarî biparêzin re bi rê ve bibin.

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) Tûncer Bakirhan û şandeya pê re piştî serdanên xwe yên li Sêrtê li Amedê li Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê (DTSO) bi nûnerên rêxistonên civaka sivîl û pêkhateyên Platforma Parastina Bajêr a Amedê re civiya.

Bakirhan di axaftina xwe ya li vir de anî ziman ku ji şaşiyên xwe yên di hilbijartinên berê de ders girtine û li gor pêşniyaz û rexneyên di civînên gel de ber bi vesazkirineke nû ve çûne. Bakirhan bal kişand ser şerê li Kurdistanê û Xezeyê jî û got ku rêya pêşîgirtina li şer demokrasiya xwecihî ya xurt e.

Bakirhan di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku deriyê wan ji tifaqan re negirtiye û got ku ew ê tifaqê bi derdorên kedkar, derdorên xizmeta gel dikin re bikin. Bakirhan bilêv kir ku dê bajarên wan û gelê wan namzetên wan diyar bikin.

Bakirhan di nava axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya Platforma Bajêr jî û got ku daxuyaniya wê ya der barê Girtîgeha Hejmara 5'an a Amedê ku tê xwestin bibe muze daxuyaniyeke girîng e. Bakirhan wiha domand: "Divê em li dijî vê pergala qeyûmtiyê rabin. Qeyûm li hemberî hemû dînamîzên vî bajarî xirabiyê dike. Divê em qeyûmên ku vîna gel xesp kirine bişînin û divê em vê pêvajoyê bi namzetên demokratîk û mirovên vî bajarî biparêzin re bi rê ve bibin."

Bakirhan bal kişand ser tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê jî û got: "Ger meseleya Kurdan bê çareserkirin, divê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan rabe da ku di sedsala duyem de rola xwe bilîze. Ger tecrîd bidome, ev tê wateya ku niyeta çareseiryê jî tune ye. Ger tecrîd bidome, dê bêhiqûqîtî jî bidome. Lewma divê hemû sazî di vî warî de hesas bin."

Bakirhan ji bo pirsa têkildarî tayinkirina qeyûman de jî got: "Polîtkaya qeyûman a dewletê bi ser neket. Ger em wekî saziyên Amedê bên cem hev du dê desthilata herî xurt jî nikaribe qeyûman tayin bike. Divê kesên qeyûman tayin dikin baş bifikirin. Vê carê dê tayinkirina qeyûman ne wisa hêsan be."

Bakirhan ji bo pirsa Meşa Gemlîkê jî got ku ew ê ji Amedê beşdarî meşê bibe.

Paşê hevdîtin bi awayekî ji çapemeniyê re girtî dewam kir.