Bajarên Kurdan bi penaberan tên dagirtin

Hejmara penaberan a li Kurdistanê dema dawî gelekî zêde bû. Bi rêya penaberên ji derve tên anîn hewl tê dayin demografiya bajarên Kurdan bê guhertin.

Di çarçoveya polîtîkaya dewleta Tirk de bi taybetî bi hezaran penaberên ji 15 heta 25 salî li bajarên Kurdan hatin bicihkirin.

Her roj bi sedan penaber tên bajarên Bakurê Kurdistanê. Dewleta Tirk van penaberan li bajarên Wan û Bedlîsê bi cih dike. Ev yek Plana Şark Islahatê tîne bîra mirovan ku sala 1925'an ji bo Tirkkirina bajarên Kurdan hate amadekirin.

Sala 1925'an, Mûstafa Kemal û Îsmet Înonu di serî de Bedlîs, Wan, Colemêrg û Agirî ji bo asîmîlekirina bajarên din ên Kurdistanê Plana Şark a Bajarên Rojhilat xistibûn meriyetê. Li gorî vê planê, wê Tirkên ji bajarên din bên bicihkirin û bi vî rengî Kurdistanê bikin Tirk. Di çarçoveya vê planê de pêkanînên dewleta Tirk ên li ser Kurdan bêhtir dijwar bûn. Kuştina bi komî, koçberiya bi darê zorê, qedexeya zimanî û çandî li ser gelê Kurd hatin ferzkirin. Bi vî rengî hewl hate dayin ku rewşa etnîkî ya erdnîgariya Kurdan bê guhertin.

JI NÛ VE DEST LI NIFÛSA HERÊMÊ TÊ WERDAN

Mîna polîtîkaya asîmîlasyonê ya sala 1925'an niha jî pêkanînên bi heman rengî li bajarên Kurdan bi cih tên anîn. Dema dawî bi hezaran penaber anîn navçeya Tetwan a Bedlîsê. Ji Afganîstan, Kirgizîstan, Tirkmenîstan û komarên Tirk ên li Asya Navîn penaberan tînin. Ev mirovên ji aliyê dewleta Tirk ve tên anîn, di serî de Tetwan li bajarên herêmê yên Kurdan tên bicihkirin. Nifûsa Tetwanê 100 hezar e. Tê gotin ku bi hezaran penaber li navçeyê hatine bicihkirin û bi vî rengî hewl tê dayin ku nifûsa navçeyê were guhertin. Penaberên ku beriya niha anîbûn Bedlîsê li navçeya Elcewazê hatibûn bicihkirin.

Kolanên Tetwanê bi penaberan dagirtî ne. Şêniyên navçeyê balê dikişîne ser zêdebûna penaberan: "Bi taybetî piştî destpêkirina şerê li Sûriyeyê hejmara penaberan zêde bû. Piştî hilbijartinên 24'ê Hezîranê hejmareke zêde ya penaberan hatin. Berê li Tetwanê zêde penaber tine bûn. Weke ku hinek niha wan bi zanebûn tînin. Armanc ji vê yekê guhertina demografiya Bedlîsê ye. Berê jî bi vê polîtîkayê tevgeriyan, lê encamek negirtin."

Sala 1982'an Kenan Evren ji bo guhertina demografiya herêmê, Kirgiz anîbû herêmê û li herêma Komkujiya Zîlanê lê hate kirin û dewletê dest danî ser wê xakê, hatibûn bicihkirin. Gundê Kirgizan ew gund e ku herî zêde cerdevan li wir hene.