Bahaneyên desteserkirina şaredariyan

Lêpirsîn û dozên ku di sala 2019'an û beriya wê de hatin destpêkirin, ji bo dûrxistina Hevşaredarên HDP'î ji wezîfeyê weke hincet hatin nîşandan.

Desthilatdariya AKP-MHP'ê doh dest danî ser şaredariyên Êlih, Erxenî, Gêl, Licê, Farqîn, Norşîn, Halfelî û Gokçebag ên HDP'î û hevşaredar jî destgîr kir. Şaredarî hatin dagirkirin û walî û qeymeqam weke qeyûm tayîn kirin. Di desteserkirina wezîfeyên hevşaredaran de doz û lêpirsînên di sala 2019'an û beriya wê hatin destpêkirin de hincet hatin nîşandan.

BAHANEYÊN DESTESERKIRIN

Lêpirsîn û dozên ku kirine bahane ji bo desteserkirina şaredariyan wiha ne:

"Têkildarî hevşaredarê Erxeniyê Ahmet Kaya, di sala 2019'an de Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi îdîaya "endametiya rêxistinê" û "Gel ji bo kîn û dijminatiyê sor kiriye" dest bi lêpirsînê kir. Têkildarî Hevşaredarê Gêlê Mûstafa Akkûl bi îdîaya "endametiya rêxistinê" di sala 2019'an de lêpirsînê dest pê kir. Der barê Hevşaredarê Licê Tarik Mercan bi îdîaya "endametiya rêxistinê" û "propaganda rêxistinê" di sala 2019'an de lêpirsînê dest pê kir. Li dijî Hevşaredara Farqînê Naşîde Torak bi îdîaya "endametiya rêxistinê" sala 2019'an lêpirsînê dest pê kir. Li dijî Hevşaredarê Norşînê Hîkmet Taşdemîr Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê bi îdîaya "endametiya rêxistinê" sala 2019'an dest bi lêpirsînê kir. Li dijî Hevşaredarê Bajarokê Halfeliyê Hasan Safa, Serdozgeriya Komarê ya Îdirê bi îdîaya "endametiya rêxistinê" sala 2019'an lêpirsîn da destpêkirin, ji heman sûcdariyê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê di sala 2016'an de doz hate destpêkirin û dewam dike. Têkildarî Hevşaredarê bajarokê Gokçebagê Serhat Çîçek bi îdîayên "endametiya rêxistinê" û "propaganda rêxistinê" li 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê ji sala 2018'an ve doz tê meşandin."