Babaoglû: Dewletê dest li hilbijartinê werda

Nivîskarê Kurd Îrfan Babaoglû diyar kir ku di 24’ê Hezîranê de li Tirkiyeyê darbe pêk hatiye û anî ziman ku dewletê dest li hilbijartinê werdaye.

Nivîskarê Kurd Îrfan Babaoglû hilbijartinên 24’ê Hezîranê ji ANF’ê re nirxand. Babaoglû diyar kir ku hilbijartin di şertên meşrû de pêk nehatiye û got: “Di dema Rewşa Awarte de zext gelekî giran li ser namzet û gel hebûn û li gel vê yekê jî gel xwedî vîna xwe derket.”

‘KURD DI HILBIJARTINÊ DE SERKETÎ BÛN’

Babaoglû da zanîn ku hikûmeta AKP’ê civaka Tirkiyeyê di nava şert û mercên Rewşa Awarte di hilbijartinekê de derbaz kir û wiha axivî: “Di hilbijartinê de zextên li ser aliyên siyasî zêde bûn û siyaseta Kurd di girtîgehan de ev hilbijartin pêşwazî kir. Li gel vê yekê jî daxwaza gel ya ji bo demokrasiyê di asta herî jor de bû û civaka Kurd jî bi kelecanek mezin ev hilbijartin pêwazî kir. Li seranserî bajarên Kurdan û Tikran civakê ji bo rojên demoratîk û civakek azad hilbijêrên xwe pêşwazî kirin û ketin nava xebatên hilbijartinê. Civaka Tirkiyeyê û Kurd ji bo dawî anîna dîkdatoriyê û sisîstem faşîst li her alî xebatên xwe yên hilbijartinê xort kirin. Dîsan xwedî li sindoq û dengê xwe derketin.”

‘DEWLETÊ MUDAXELE KIR’

Babaoglû anî ziman ku di 24’ê Hezîranê de sîstemê di demek kinde hemû plan û projeyên xwe xistin dewrê de û wiha pê de çû: “ Dema ku sindoq nû hatin vekirin, hîna di saetên êvarî de dengên AKP’ê jî sedî 59’an dest pê kir û di 52’an de rawestiya. Gelek bal kêşe ku heta saet 12 û 1’an ti daxuyanî nehatin dayîn û bêdengiya siyasetê xwe parast. Ev ji hate xuyakirin gef, hevdîtin, plan û projeyên hikûmetê ketine dewrê. Her çiqas ev bi awayekî aşkera neyê dîtin jî lê belê her tişt li holê bû. Bi awayek vekirî dewletê mudaxeleyê hilbijartinê kir. Li aliyê din jî dengên MHP’ê bi rêjeyekê bilind kirin. Ez ji vê re dibêjim darbe û ev derbeya 24’ê Hezîranê ye. Hêjayî gotinê ye ku referandûma borî jî di şeklê derbeyê de pêk hat.”

‘CHP’Ê XWE RADESTÎ SÎSTEMÊ KIR’

Babaoglû destnîşan kir ku hêzên serdest bi ti awayî naxwazin bi awayê hilbijartinê biçin û ev tişt li ser axaftina xwe zêde kir: “24’ê Hezîranê berdewama derbeya leşkerî bû, li Tirkiyeyê gel xwedî dengê xwe derketin, lê belê rastî mudaxeleya dewletê hatin. Ji ber bêdengiya CHP’ê û Muharrem Înçe gel ber bi bê bawerbûnê ve bir û di 24’ê Hezîranê de CHP xwe radestî sîstemê kir. Bi hatina sîstema serokatiyê re ti wateya meclîsê namîne û wê welat ji aliyê kesekî ve were birêvebirin. HDP’ê di 24’ê Hezîranê de serkeftinek mezin bi dest xist û bû partiya tevahiya gelên Tirkiyeyê. HDP li Tirkiyeyê hêviya galan e. Serketina HDP’ê di 24’ê Hezîranê de di ser sedî 14-15’an bû lê hêzên serdest mudaxeleyî vê yekê jî kir.”

‘BI SÎSTEMA NÛ RE KIRÎZ WÊ KÛR BIBE’

Babaoglû anî ziman ku wê rojên li pêş me de kirîza aboriyê hin kûrtir bibe û wiha dawî li axaftinê xwe anî: “Bi sîstema nû re wê kirîza aboriyê kûr bibe û wê berdêla vê jî gelê Tirkiyeyê, xebatkar û karker bidin. Ez bawerim ku gel di ferqa vê de ye û dê li hemberî vê yeke jî bêdeng nemînin.”