Ayten Dêrsim: Xweparastin şêwazê jiyanê ye

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dêrsim, diyar kir ku divê xweparastin bibe şêwazê jiyanê û got, "Xweparastin ji bo zindiyekî weke xwarin, av û stargehê pêwîst e, şêwazê jiyanê ye."

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dêrsîm beşdarî bernameya Xwebûn a Jin TV'yê ku ji aliyê Arjîn Baysal ve hat pêşkêşkirin bû. Ayten Dêrsim bal kişand ser girîngî û pêwîstiya xweparastinê û wiha got: " Divê em li hemberî netewe dewleta qir dike, asîmîle dike, înkar dike û tine dike zanabûna xwe pêş bixin."

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dêrsim pirsên Jin TV'yê wiha bersivand.

Ger em hemû zindiyan bigrin dest, xweparastin çawa tê pênasekirin? 

Xweparastin seknekî jiyanî ye. Dema civak di Sûmeran de hat perçiqandin, di despêkê milê wê ya zîhnî, exlaqî, polîtîk, parastin hat perçiqandin. Dewlet, pergalên hegemonîk çi kirin? Refleksên civakê dan sekinandin. 5 hezar sal wiha kir ku civak jî parastina xwe emanetî dewletan, hegemonyayan, mîlîtarîstan re hişt. Civak ji cewhera xwe derketin. Seroka Apo dibêje, xweparastin aîdî hemû zindiya ye. Mînaka teoriya gul dide. Dibêje gulek çawa xwe diparêze? Bi striyên xwe xwe diparêze. Tu nikare rihet biçî zerarê bidî ye. Ne tenê êrîş, dema mûdaxelekirin, ji holê rakirin, înkarkirin hebe xweparastin çêdibe. Civak ne tiştekî mekanîk an jî teknîkî ye. Her diçe xwe mezin dike, zindî dike. Çawa ji bo zindiyekî; xwarin, av, xwecih kirin pêwîst e, xweparastin jî esasî ye, rêgezeke jiyanê ye. Ne demkurtî ye. Di derketina tevgera me de jî xweparastin hate esas girtin. Civakeke tê kuştin, tê îmhakirin pêwîst e bi qasî zanabûn ewqasî xweparastin; bi qasî xweparastin ewqasî çalakbûyîn lazim e. Di nav civakê de jin nebe nabe ye. Yê herî zêde hatiye kolekirin, tinekirin jin in. Di sedsala 21. de yên herî zêde têne kuştin kesên ku nikarin xwe biparêzin, kesên ku nikarin biaxivin. Ev nêzîkatiya hêzên hegemon in. Di rastî de hêza jinê heye lê hatiye biçûk xistin. Lewma Serok Apo dibêje divê di nav civakê de destpêkê jin xwe biparêze. Destpêkê divê bifikire çawa ket vê rewşê. Fikirandin, dîroka xwe naskirin xweparastinek e. Weke duyemîn divê di milê zîhîn, felsefe, zanist de xwe biparêze û xwe bide jiyîn. Ji bo vê jî rêxistin lazim dike. 

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de behsa hebûna netewe dewletan dike. Bi netewe dewletan re hebûna civakê ji holê rabû. Behsa yek ol, yek ziman û yek al dike. Dibêje ev bi xwe re xeteriyan anî. Hûn dikarin vê kêmekî şirove bikin? 

Netewe dewlet ji xwe tiştên aîdî civakê desteser kirin. Ev exlaq e, xwerêvebirin e, zimanê xwe pêşxistin e, parastina xwe girtin e. Lewma hemû rêgez û polîkayên netewe dewletan li ser yek destî ye. Di civakê de tekbûyîn çêdike lê civak ne tiştekî homojen e. Hemû reng, deng, ziman tê de ne. Tu malbatekî jî bigre dest her yek ji wan rengek e. Netewe dewlet vê yekê xeter dibîne. Lewma di serî de îdeolojiya xwe pêş dixîne, dûre felsefeya xwe, qûral-qaîde zagonên xwe pêş dixîne. Ne ku di carekê de, gav bi gav hişmendiyek dide ava dike. Civak tîne asta ku razî bibe. Mînak ax aîdî malbatê ye. Ew bixwe diçîne lê encamê çandiniyê dide dewlet. Dewlet digre piştre bi bihatir dide heman malbatê an jî civakê. Lê civak dibêje zagon wiha ye. Yanî ne bi guman nêz dibe, ne nakokî çêdibe. Nabêje ma ne min çand, min kom kir. Çima ji min digre û ji min re difroşe. Di civakekê de tu nakokî bide cemidandin, ew civak êdî dimire. Reflekseke erênî, neyînî nîşan nade. Maf- hiqûqê teslîmî dewlet dike.  Dewlet jî vî tiştî pir mûbah dibîne.  

Serok Apo jî rexne kir. Dibêje ma ne hûn gundek in. Divê hûn riya xwe çêbikin. Çima li benda dewletê dimînin? Li benda dewletê mayîn îradeya xwe teslîmî dewletê kirin e. Mesela ev nîne dibêje bila dewlet bide. Nan nîne dibêje bila dewlet bide. Êrîş, dizî, zext heye an jî du malbat şer dikin. Li benda dewletê disekinin. Çi derdikeve? Ev civak ne ji bo xwe difikire, ne ji bo xwe dijî. 

Heta beriya 50 salî jî dewlet neketibûn van gundan. Bi hezaran salan jî jixwe civak xwe bixwe birêve biribûn. 

Di civakê de fikrek bide cemidandin civak naçe dîroka xwe temaşe nake. Tiştekî wiha jî heye. Serok Apo dibêje hemû civak ne kapîtalîst in. Modernîteya kapîtalîst civakan wiha pênase dike lê Rêbertî vê pênaseyê red dike. Civak nabe kapîtalîst. Ger tu wiha bêjî wê demê ji bo wê civakê têkoşînkirin jî pêwîst nake. Dîrok rastgirtina dest girîng e. Dewlet ji bo berjewndiyên xwe dîrokan ji nû ve nivîsandine. Dibêjin di dîrokê de her tim dewlet serketine, dewlet mafdar in, her tiştî dewlet dizane. Pêwsît nake tu bifkirî, refleks nîşan bidî. Serok Apo dibêje dîrok ne aîdî dewletan e. Dewlet nikare dîrok binivîsine. Li Kurdistanê em biçin beriya hazaran salan, dibînin ku pergala konfederal hene. Dibe ku navê konfederal lê nekirine lê komûnal dijîyane. Mînak bûyerek çêdibe. Kom dibin, nîqaş dikin li gorî wê biryar didin. Lewma divê baş fêm bikin ku civak ne aîdî dewlet, dewlet jî ne aîdî civakê ye. Lewma her tiştên xwe teslîmî dewletê kirin xwe kuştin e.  

Tevgera we wekî tevegreke alternatîf derketiye. Pergala herî bingehîn a xweparastinê bi derketina Tevgera we re çêbûye. Pergala we ya xweparastinê çawa ye? Hem lingê wê ya çiya hem jî ya civakê çawa ye? 

Derketina me destpêkê ji bo parastina vê civakê bû. Parastin ne tenê leşkerî ye. Aliyê wê ya exlaq, polîtîk, siyaseta demokratîk heye. 

Bawer im nêrîna me ya şaş li vir derdikeve. Em her tim wekî leşkerî û çekdarî digrin dest.  

Xweparastin tenê ew nîne. Pêşenga Tevgera Jin Heval Sara bû. Destpêkê diçe civak û jin rêxistin dike. Karkeran, jinên di mal de rêxistin dike. Me digot jin hem ji hêla dewlet hem ji hêla mêr ve tê perçiqandin. Lewma destpêkê jin çawa hatiye kolekirin û wê çawa serî rake me van digot. Ev xweparastin e. Lê pirsgirêka Kurdan kûr e, Kurd tên înkarkirin. Helbet divê tu her lingê wê ya parastinê diyar bikî, li hemberî taktîk stratejiyên dijmin tu jî taktîk û stratejiyan diyar bikî. Li hemberî dewleta dagirker a Tirkiye şerekî gerîla pêwîst kir. Ji ber ku ti derfetekî din nîn bû. Neçar bûn ku xwe biparêzin. Di civaka Kurd de mekan û karakterên xweparastinê her tim çiya bûne. Heta îro jî wiha ye. Rê û rêbazên xweparastinê pir in. Di taxan de xwe rêxistin dikin, civînê xwe hene, perwerde, akademî, teknîk naskirin hemû rêbazên xweparastinê ne. Milekî xweparastin partîbûn û kadrobûn e. Ya din jî di nav civakê de weke pergala konfederal xwe dide der. Ji xwe di nav pergala konfederal de xweparastin weke stratejiyeke bingehîn tê dîtin.

Divê xweparastin ne takekesî be, ne wisa? Divê girîngiya rêxistinê jî were dîtin, ne wisa?

Em şexs red nakin lê şexs jî bi civaka xwe re heye. Ji hev ne qût in. Mesela jinê çi bike, çi biaxive, çend zarokan bîne, kî re bizewica her tişt hatiye diyarkirin. Adeta ji bo jinan qanûna derdixînin. Lê di rastî de fikrekî jinan nehatiye girtin. Jin li gorî aqlê dewletê tê qebûlkirin. Rêber Apo li dijî vê rewşê weke xweparastin Tevgera Jinê ava kir. Ji bo ku jin her tiştê di derheqê xwe de biryara xwe bixwe bide. Di civakê de dema jin dibe aîdî xwe, di civakê de hevbeşî jî çêdibe. Di civakê de yek nêrîn xwe ferz nake. Tu dibîne ku civak xwe birêxistin dike. Modernîteya kapîtalîst naveroka tundiya xwe jî guhertiye. Lîberaltir kiriye. Ji bo Tevgerên Jinan çawa lîberal bike bi tayet dişûxile. Mafê jinan heta cihekî dide, dixwaze bi yek mafan jinan bêdeng bike. Îro jî argûmanên curbicur dişûxîlinin. Yan di parlamento de cih dide jinê, dixe alîkarê xwe, hejmar zêde dike, an digrin artêşê. Lê di esas de zîhniyeteke dide şixûlandin. Mesela Parlamentoya Tirkiye de çi dibe? Jinên HDP’yî jineke bi tundiyê re rû bi rû maye diparêzin lê hemû parlamento û jinên ku mîna mêr difikirin çawa êrîşî jinên HDP’ê dikin dibînin. Em werin civakê, mesela di taxê de fihûş, dizî, madeyên hişbir, neheqî heye. Ger li hemberî van civata wir têkoşîn neke, xwe rêxistin neke, çalakî pêş nexe ew civat wê çawa xwe biparêze? Mînak di gundekî de 2-3 jin hatine xistin li wir fihûş tên kirin. Tu yê çi bikî? Tu yê biçî bi wan re biaxivî, helwest bigre. Tu yê bişopîne. Te dît ku we dewam dikin diçin li gundekî din van kiryaran dikin; tu yê biçe wan bîne di nav gel de platformên wan çêbikin. Di paltformê de çi biryar derdikevin esas bigrin. Mînak biryara gundiyan derdikeve ku ji gund bên derxistin. An jî bila 2 meh kes bi wan re neaxivin. Ev hemû rêbaz in. Kes ji derve ve nayê, civak xwe bi xwe diparêze. Em rojane dibînin. Di kolanekî de mêrek tê li jinê dide, êrîş dike lê jin tenê qîr dike. Ger jin hem di milê zanabûn hem milê fizikî de xwe gihandibana dikarîbû xwe biparêze.  

Ev rewş rewşeke pir biêş e. We behsa ajal û nebatan jî kir. Hemû zindî di rewşê xeterî de refleks nîşan didin. Her zindiyek dizane wê xwe çawa biparêzin. Lê weke jin me ji bîr kiriye. An jî em ji îradeya xwe jî nebawer in. 

Dema jin qîr dike jî reflekseke helbet. Lê têr nake ji ber ku ew refleks nehatiye rêxistinkirin. Dema mêr tê girtin çend mehan jin rihet dibe. Xeterî ev e. Mesele ne yek du mêr in. Di êrîşeke li ser jinê de tenê meş, daxuyanî, boykot têr nakin. Ev jî mûhîm in lê van îradeyan bi rêxistinên xwe re nîşan dayîn girîng e. Mêr ceza dixwe, jin yekser qebûl dike, rihet dibe. Lê jin çima ji dewletê bendewar e? Dewlet bixwe pergaleke tecawizkar e. Îradeya jin û civakê desteser kiriye. Ew ê çawa mafê te bide gelo? Artêş û saziyên wan binêrin. Hemû tecawizkar, êrîşkar in. Dema çend jin derdikevin dixwazin tiştekî protesto bikin bi sedan polîsên xwe berdidin kolanan. Ev bi xwe tecawiz e.  

Yanî dibe ku di şexsekî de cezakirin hatibe kirin lê di pergal de guhertin pêwîst e.  

Ji bo ku di pergal de guhertin çêbibe divê em dewleta ku li ser civakê serwer bûye ji wir derxînin. Divê jin û civak li hemebrî dewletê rêxistinî bin. Çima ewqasî pêwîstî bi xweparastinê heye? Ji ber ku artêş, parastin, dewlet, hemû saziyên dewletê bi zilaman çêdibe. Lewma Rêber Apo tevgera jin çêkir, artêşe wê, partiya wê ava kir. Parastina wê derxist holê. Rêber Apo dibêje dîroka kolebûna jinê ya 5 hezar salî nehatiye nivîsandin, ya azadbûnê jî li benda nivîsandinê ye. Divê tu kolebûna 5 hezar salî baş nas bike, fêm bike da ku ji bo azadî rast têbikoşe.  

Ez dixwazim behsa Bakurê Kurdistanê bikin. Ez bawer im li gundekî li taxekî çi diqewime civak baş di ferqa her tiştî de ye. Ewqas tacîz, tecawiz li ser jinê zêde bûye. Ne tenê di milê tundî de; asîmîlasyon, qirkirin, girtin li ser jin û civakê tên ferzkirin. Ewqas daristanên civakê tê talankirin. Ev hemû cureyên tundî ne. Em nikarin bêjin civak bêagahî ye jî. Wê demê reflesk çima ewqas kêm derdikevin? 

Ji ber ku nehatine rêxistinkirin. Rêxistinbûyîn jî gav bi gav e. Rêber Apo dibêje, heta tu encam negirî tu vî refleksê, parastina xwe nade sekinandin. Mesela çalakiyek çêdibe dibêjin temam. Li hemberî bûyerekî refleksek tê nîşandan. Dibêjin temam. Mesela Ewropa çi dike. Karker ji bo mûçeyên xwe ji sedî 10 zam dixwazin. Çend roj meş lidar dixin, çalakiyên rûniştandinê çêdikin. Heyet bi dewletê re diaxivin. Dewlet dibêje ji sedî 10 na lê ji sedî 5 dibe. Yekser karker razî dibin. Enerjiya te hêdî hêdî biçûk dikin û te tatmîn dikin. Tu dibêje ku min encam girt lê di rastî de dewlet qezenc dike. Di civakê de ewqasî fihûş, eroîn zêde bûne. Dewlet bi xwe dike. Ji bo ku lêgerîn biqede, mijûlbûn çênebe dixe nav civakê. Ev hemû şerê taybet ên polîtîkayên dewletê ne. Dewlet dixwaze civak ji xwezayîbûna xwe derkeve. Mînak roj nîne ku jin nayên qetilkirin û hema hema hemû jinên tên kuştin jî ji hêla mêrên ku hezkirîn, yan kesên zewicî ne ve hatine kirin. Lê bertekekî dijwar derneketiye holê. Çend çalakî, çend daxuyanî û çend mehkeme. Ev jî polîtîkayek e. Mehkemeyan ser hev dirêj dikin, di nav civakê de rojev tê girtin. Em dikarin sedan mînakan bidin. Divê em li hemberî netewe dewleta qir dike, asîmîle dike, înkar dikeî tine dike zanabûna xwe pêş bixin. Em kî ne, em çi ne, em çi bikin? Divê em xwe bînin wê astê.