Aydin Erdem li ser gora xwe hat bibîranîn

Malbata Aydin Erdem ê ku di xwepêşandanên protestokirina girtina DTP’ê de ji aliyê polîsên Tirk ve hatibû qetilkirin, bi hinceta ku wê bi girseyî bîranî lidarxînin ji aliyê cendermeyê ve hat tehdîdkirin.

Xwendevanê Peymangeha Fen ya Zanîngeha Dîcle Aydin Erdem ku di protestokirina girtina Partiya Civaka Demokratîk (DTP) ya 6’ê Kanûna 2009’an a li Amedê bi guleyên polîsan hatibû qetilkirin, li gundê Risînê ya girêdayî navçeya Mehsert a Mêrdînê li ser gora xwe hat bîranîn.

Beriya bîranînê cendermeyê gef li malbata Erdem xwar. Cendermeyê ji beriya merasîma bîranînê ku dihat xwestin bi rengekî girseyî were lidarxistin, bi telefonê li malbata Erdem digere û gef li wan dixwe û dibêje ku ewê destûr nedin merasîm girseyî bê lidarxistin û ewê hatinên ji derveyî gund asteng bikin.

Li ser vê yekê malbata Erdem ji bo ku ti pirsgirêke dernekeve ji Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê ku hatibû plankirin tevlê merasîmê bibin xwest ku neyên gund.

Dayik Meles û bav Mahmût Erdem bi tena xwe Aydin Erdem bibîr anîn. Malbatê her wiha birayê mezin ê Aydin Erdem, Cengîz Erdem ê ku di 12'ê Çileya 2016'an de bi guleya polîsan hatibû qetilkirin, li ser gora xwe bibîr anî û bi xwendina duayan ji goristanê derketin.