Aydenîz: Bi têkoşîna hevpar em dikarin ji nava vê tarîtiyê derkevin

Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz destnîşan kir, ku kodên 100 salî yên Komara Tirkiyeyê neyên guhertin wê welat ber bi pêvajoyeke tarî ve biçe û got, "Tenê bi têkoşîna bi hev re dikarin ji nava vê tarîtiyê derkevin."

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, têkildarî polîtîkayên şer ên koalîsyona faşîst a AKP-MHP'ê û bûyerên dawî yên li Tirkiyeyê ji ANF’ê re axivî. Aydenîz anî ziman ku dema mirov li dema avakirina koalîsyona faşîst a AKP-MHP'ê binêre wê bibîne ku ev koalîsyona faşîst, dixwaze li Tirkiyeyê rejîma şer û sîstemeke faşîst ava bike.

'WELAT BER BI KAOSÊ VE DIÇE'

Aydenîz da zanîn ku di navbera salên 2013-2015'an de bi pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoyeke demokrasî û aştiyane hate destpêkirin û ev pêvajo ji bo gelên Tirkiyeyê bû hêvî û sedema aramiya herêmê. Aydenîz destnîşan kir ku piştî pêvajo ji aliyê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ve hate xirakirin li herêmê polîtîkayên şer hatin meşandin û wiha axivî: "Bi dengê Birêz Ocalan gelên Tirkiyeyê gihîşt aramiyê û ev pêvajo ji bo gelan bû hêvî. Piştî destketiyên 7'ê Hezîranê ku AKP'ê dît winda dike û her ku diçe zeîf dibe serî li polîtîkayên şer dan. Bi MHP’ê re koalîsyona faşîst ava kir û bi dewleta kûr re êrişî gelên Kurdistanê kir. Bi van êrişan koalîsyona faşîst a AKP-MHP’ê dixwaze li welat rejîmek e şer û sîstemekî faşîst biafirîn e. Mirov dikare ji vê sîstemê re ji bibêje sîstema dîkdator. Bi vê sîstemê her ku diçe welat ber bi kaosê ve diçe. Polîtîkayên îro li Kurdistan û Tirkiyeyê tên meşandin bi polîtîkayên sed salî yê Komara Tirkiyeyê ve girêdan e. Komara Tirkiyeyê xwe bi polîtîkayên faşîstane li ser lingan digre. AKP rêxistineke ku xwe bi senteza îslamî û faşîstane dide jiyankirin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê desthilatdariya zilm û şer e.”

'KOALÎSYONA ŞER'

Aydenîz bilêv kir ku li dijî polîtîkayên koalîsyona faşîst a AKP-MHP’ê bi taybet gelê Kurd û gelên din li ber xwe didin û têdikoşin. Aydenîz anî ziman ku gelê Kurd 40 sal e têkoşîna xwebûnê dide meşandin û wiha pê de çû: “ Gelê Kurdistanê ji bo xweza, çand, nasname, dîrok û xwebûna xwe têkoşînek bêhempa dide. Polîtîkaya sed salan ya tinekirin û qirkirinê her wiha pêkanînên salên 80’an û salên 90’î valakirin û şewitandina gundan û li dijî winadkirin û qetilkirinê têkoşînek bêhempa tê meşandin. Kurd ji bo xweza, nasname, çand û statuya xwe têdikoşe. Dewlet ji dîroka xwe heta niha li ser kevneşopiya derbeyan hatiye û xwe dide jiyankirin.

Ji xwe AKP di serdema krîzê de hate li ser desthilatdariyê û dema hat jî soz û bext dan gelê Tirkiyeyê û gotin, ‘Wê wesayetê re têkoşîn bike, wê pêşketinan û azadiyê pêk bîne. Lê belê piştî demeke pir kurt, careke din hatin eyarên xwe yên serî. Nîşandan ku desthilatdariya komeke sermayeyê ne ya ji sedî yekê civakê pêk tîne. Desthilatdarî destpêkê bi stratejiya ekonomiya xwe dispêre avahîsaziyê ya mezax û serfkirinê hewl da koma xwe ya sermayeyê ava bike. Piştî demekê bi krîza kapîtalîzma giştî re, Tirkiye jî ket nav krîzê. Hikûmeta AKP-MHP’ê ya nikare ji vê krîzê derkeve, bi temamî bûye hikûmeteke şer.”

‘LI DIJÎ ŞER VÎNA AŞTIYÊ’

Aydenîz destnîşan kir ku heke em li dijî kesên şer dixwazin vîna aştiyê bi awayekî hêz dernexin holê, dê hilweşandin gelek be û wiha dom kir: “Li Tirkiyeyê her ku diçe krîza aboriyê kûr dibe. Budçeya gel ji destê gel hatiye derxistin û didin sermayedar û dewlemendan. Ji bo ku desthilatdariya AKP’ê li ser linga bimîne, ev demekî dirêje serî li vê rêbazê didin. Bi taybetî piştî 5’ê nîsana 2015’an, ev yek xistin meriyetê. Bi tecrîdê dest pê kirin. Ji xwe li welat ti hiqûq nîne û niha jî dixwaze sîstemek nû û dîkdator ava bike. AKP-MHP bi tifaqa xwe ya faşîst dixwaze li herêmê gelan têk bibe û dijminatiya xwe ya li dijî Kurdan xurt bike. AKP-MHP hebûna xwe li ser tinekirin û qirkirina Kurdan dibîne û ji bo vê yekê jî bênavber êrîşî Kurdan dike. Eger li dijî tifaqa faşîst ya AKP-MHP’ê vîna aştiyê ya bi hêz dernekeve holê wê hilweşandina gelan be.”

‘LI VÎ WELATÎ HIQÛQA TECRÎDÊ HEYE’

Aydenîz destnîşan kir ku 21 sal in li vî welatî hiqûqa tecrîdê heye û wiha got: “Em niha bi bêhiqûqiyê re rû bi rû ne. Li vî welatî bê edaletî û bê hiqûqî heye. 21 sal in li vî welatî hiqûqa tecrîdê heye. 5 sal in tecrîda mutlaq heye. Heta ku tecrîd bi dawî nebe li vî welatî pergala hiqûqê nayê avakirin. Yên di tecrîdê de israr dikin welat xistine vî halî. Birêz Ocalan 21 sal e li dijî vê sîstema tecrîdê li ber xwe dide. AKP’ê bi vê polîtîkayê hemû gelê Tirkiyeyê xistiye dibin tecrîdê de. Tirkiye veguheriye welatekî girtîgeha servekirî. Tecrîd tenê li ser Birêz Ocalan û gelê Kurd nayê meşandin. Tecrîd li ser tevahiya gelên Tirkiyeyê tê meşandin.

AKP-MHP aştiya civakî xera dike û li şûna wê tundiyê pêş dixin. Ji ber vê yekê em bang li hemû kesên li vi welatî dijîn dikin ku li dijî vê zordariyê têbikoşin.”