Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta, tevlî bernameyekê taybet a Stêrk TV’yê bû û rewşa Şengalê nirxand.
Avesta di destpêka axaftina xwe de, jina ciwan a Êzidî Nazê Nayîf Qewal a ku bi êrîşa çeteyên PDK û AKP da jiyana xwe ji dest dabû, komkujiya Helepçeyê û cangoriyên Newroz û azadiyê bi bîr anî.
‘ŞOREŞA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ BÛYE HÊVIYA GELAN’
Avesta got, li ser xaka Kurdistanê digel hemû êrîş, qirkirin û talana hêzên desthilatdar, şervanên azadiyê bi fedaîbûnekê mezin canê xwe dikin sîper û destkeftiyên mezin bi dest dixin. Avesta wiha pêde çû: “Îro, em wekî gelê Kurdistanê li her çar parçeyên Kurdistanê têdikoşin. Berdêlên mezin jî hatin dayîn, lê bele destkeftiyên pir mezin jî hatine bi dest xistin. Di encama van hemû êrîş û qirkirinên çeteyên DAIŞ û AKP’ê, Şengal, Kobanê û Rojavayê Kurdistanê têk neçû. Bi têkoşîn û bi berxwedaneke mezin şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Federasyona Bakurê Sûriyeyê di Rojhilata Navîn de bûye hêviya gelan. Her wiha li Bakurê Kurdistanê jî tekoşîna 40 salan, îro di asteke nû de berdewam dike.”
‘BI BERXWEDANÊ SERKETINÊN MEZIN TÊN BI DEST XISTIN’
Avesta bal bir ser têkoşîna di vê demê de hatiye dayîn û diyar kir ku vîna gelên azad, vîna ku naye şikenandin û sekna gelên azadîxwaz derketiye holê. Avestayê got, “Îro li Bakurê Kurdistanê têkoşîn, berxwedan û helwesteke mezin heye. Mirovahiyê hemû nefesa xwe girtiye û tenê lê temaşe dike. Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Iraq û Başûrê Kurdistanê kir, aloziyên pir mezin rûdan. Li Iraqê bajarên ku bi milyonan mirov tê de dijiyan; yên wekî Ramadî, Musul, Telafer û gelek bajarên din hatin dagirkirin. Di heman demê de çeteyên DAIŞ’ê gihiştin ber deriyê Hewlêrê, gihiştin Mexmûrê ya ku nêzî 20 kîlometreyan nêzî Hewlêrê ye. Di heman demê de qadên wekî Başîka û Bazan jî dagir kirin. Dîsa Şengal; hêzên ku digotin em xaka Şengalê diparêzin, bêyî ku li ber xwe bidin, Şengal û xaka Êzidîxanê kete destê çeteyên DAIŞ’ê. Ev tiştên hanê hemû pêvajoyek bûn. Ev bû du sal û nîv Tevgera Azadiyê û şervanên Rojavayê Kurdistanê YPG/YPJ û niha jî wekê hêzên QSD’ê bi rastî jî berxwedaneke bê hempa kirin. Di heman demê de navê xwe di dîroka Rojhilat Navîn de bi tîpên zêrîn nivîsandin. Ji ber van çeteyan dinya hemû mat diman. Lê belê van hêzan nîşan dan ku bi berxwedanê mirov dikare serkeftinên mezin bi dest bixe”.
‘YÊ KU XWE JI YÊKÎTIYA KURDAN QUT KIRIYE, PDK YE’
Avesta behsa helwesta gelê Rojava kir û got, dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin, gelê Rojavayê Kurdistanê bi fedakarî û bi berxwedaneke mezin xwedî li gelê Şengalê derketin. Avestayê, axaftina xwe wisa dewam kir: “Vê berxwedanê kir ku îradeya van çeteyan bê şikenandin. Ev, destkeftiyên gelê Kurdistanê bû. Di vê demê de ji bo ku gelê Kurd karibe yêkîtiya xwe pêk bîne, gelek derfetên dîrokî derketin holê. Derfetên zêrîn û dîrokî çêbûn ji bo ku gelê Kurd karibe xwe bi hêz bikin, vîn û dîplomasiyeke xwe ya hevbeş çêbikin. Lê em baş dizanin ku nehiştin ev pêvajo bi ser bikeve. Yên ku nehiştin ev pêvajo bi ser bikeve jî hêzên dagirker bûn. Yên ku xwe li ser Kurdistanê ferz dikirin hêzên desthilatdar bûn. Ji nav hêzan yê ku xwe ji yêkîtiya kurdan qut kiriye, PDK ye.”
‘NAZÊ, SEMBOLA AZADÎ Û AŞTIYÊ YE’
Avesta got, ev hêzên ku xwestin Xanesorê dagir bikin; li Başîkayê bi destê dewleta Tirk ve hatine perwerde kirin. Avestayê diyar kir, “Ev kesên ku li Başîkayê hatine perwerde kirin, ev kes in yên ku di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de tirsiyane, reviyane, şer nekirine, hebûna xwe, rûmeta Kurdistanê neparastine û xwedî lê derneketine. Ev kesên hanê bi taybetî hatine hilbijartin. Kontrayên dewleta Tirk jî di nav wan de hene. Navê ku li xwe jî kirine; tu eleqeya wan û pêşmergeyan tune ye. Ew kes ne pêşmerge ne û ne jî roj li gel wan heye.
Di 3’ê Tebaxa 2014’an de dema ku korîdor li ser gelê Êzidî hat girtin û şervanên azadiyê bi xwîna xwe korîdora mîrovahiyê vekirin. Di heman deme de ew dîsa bi van êrîş û dagirkirinên li ser Şengalê dixwazin rê û korîdoran bigirin û ambargoyeke mezin li ser gelê Êzidî bidin meşandin. Lê gelê Êzidî li hemberî van dagirkeran wê stûyê xwe xwar neke. Di vê derê de berxwedaneke pir mezin derket holê. Berxwedana dayîkan pîroz bû. Ez berxwedana wan dayîkan silav dikim û destê wan dayîka maç dikim. Ew dayîk pîroz in, ew keç û jinên ciwan yên ku li hemberî wan çeteyan disekinin, pîroz in. Li Şengalê jinên Êzidxanê dîrokê dinîvîsînin. Jinan sekneke bi rûmet nîşan dan. Jin li mafê xwe xwedî derdikevin. Êrîşkar ji îradeya jinan ditirsin. Di 3’ê Tebaxê de xwestin îradeya jinan bişikînin, civakekê tune bikin. Di şexsê jinên Êzidî de jinên Rojhilata Navîn tên tune kirin. Bila her kes bizanibe, jinên Êzidî biryara xwe dane. Êdî tu kes nikare wan ji riya azadiyê dûr bixînin. Ev jinên ku wan digotin malê me ne, îro ber bi azadiyê ve diçin û biryara xwe ya azadiyê dane. Rûmeta mezin azadî ye. Çawa ku Bêrîvan di serhildana Botanê de bû sembola serhildanê û jinên Kurdistanê di xeta Bêrîvanê de sembola xwe bilind kir, niha jî di xeta Bêrîvan û Nazê de jinên Êzidî bênavber têdikoşin û nahêlin tu kes li ser wan bibin deshilatdar. Wê jina ku di çalakiyê da şehît ket ango Nazê Nayîf Qewal sembola azadî û aştiyê ye.”
‘DAGIRKIRINA XANESORÊ, DAGIRKIRINA ÎRADEYA CIVAKA ÊZIDÎ YE’
Avesta bersiv da pirsa çima li ser Xanesorê êrîş pêk tên û hêzên cuda dixwazin bikevin wê derê û wiha got: “Xanesor navenda Êzidiyan e. Xwestin bi êrîşa li ser Xanesorê çavên gel bitirsînin. Ew çete ji bo parastina Şengal û gelê Êzidî nehatine, ew ji bona dagirkirina Şengalê hatine. Ma Şengal ne Kurdistan e ku tên Şengalê dagir dikin û alên xwe diçîkînin. Ev tê vê wateyê ku ji gelê Êzidî re dibêjin em îradeya we nas nakin. Xanesor, dagirkirina îradeya civaka Êzidî ye. Ji nû ve dagirkirina Şengalê ye. Vê êrîşa Xanesorê êrîşeke bi plan e, konsepta vê jî êrîşa li ser civaka Êzidî ye. Civaka Êzidxaneyê rûmeta hemû mirovahiyê ye. Gelê Êzidî hebûna Kurdistanê ye. Yên ku êrîşî Şengalê bikin, êrîşî hebûna Kurdan dikin. Êrîşa li ser Şengalê êrîşa li ser jinan e. Hemû cîhan, divê xwedî li vê mîrasa dîrokî derkevin.”
‘HETA KU EW ÇETE LI XANESORÊ BIN EW ALOZÎ XELAS NABE’
Avesta got bi êrîşên hevbeş re dixwazin îradeya Kurdan bişikînin, lê nikarin îradeya gelên azadîxwaz bişikînin. Avestayê diyar kir, “Li gorî dagirkeran divê Kurdên azad tunebin. Heta ku ev çete li Xanesorê bin ew alozî xilas nabin. Peşmergeyên dêrîn pêwîst e hemû biçin Şengalê. Çawa ku gelên Rojava ku Şengalê ji Başûrê Kurdistanê dibînin, divê gelên Başûr jî Şengalê wekî beşeke Kurdistanê bibînin û tu astengiyan qebûl nekin. Divê gelên Başûr bi pêşengiya pêşmergeyên dêrîn biçin Şengalê û wekî xelekeke mertalên zindî, li dora Şengalê çêbikin. Ji roja bûyerê heta niha, Rojavayê Kurdistanê xwedî li rûmeta xwe derketine. Ev feraseta şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye. Ev feraseta mirovahiyê ye. Ev e yên ku xwedî li mirovahiyê dertên. Başûr û Rojava divê xelekekê li dora Şengalê ava bikin, nehêlin careke din destdirêjahî li vî gelî were kirin û nehêlin ev gel di nava metirsiyê de bijî.”
‘NEWROZ, RABÛNA LI HEMBERÎ ZILMÊ YE’
Avesta, bi rasthatina cejna vejînê jî ev peyam da: “Newroza 2017’an Newroza hebûn, berxwedan û azadiyê ye. Newroz, li hemberî dagirkerî û deshilatdariyê berxwedaneke mezin e, roja bilindkirina agirê azadiyê ye. Agirê di destê Mazlûm de li tevahiya Kurdistan, derveyî Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê êdî bûye meşaleyeke azadiyê. Li Rojhilata Navîn geş bûye û hemû mîrovahî ronî kiriye. Gelên Kurdistanê li ku derê dijîn bila bijîn divê li hemberî dîktatoriyê stûyê xwe xwar nekin. Newroz li hemberî qedexe û êrîşan e, Newroz li hemberî zilmê ye. Ez cejna Newrozê ya Rêber APO, gelê Şengalê, tevahî Kurdistanê, dayîk, jin û xortên vî welatî yên ku li hemberî çete û dagirkeran serî rakiriye; ez cejna wan a Newrozê pîroz dikim.”