Avci: Em ji pêvajoya piştî qeyûm re amade ne

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê yê HDP'ê Mûstafa Avci ku qeyûm li şûna wî hatiye danîn, got "Me amadekariya xwe kiriye ku çi, bi kê re çawa bikin. Qeyûm tê û diçe, lê îradeya gel mayinde ye."

Pariya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adara 2019'an de sê bajarên mezin, 5 bajar, 45 navçe û 12 bajarok bi giştî 65 şaredarî bi dest xist. AKP ku di hilbijartinên xwecihî de li hemberî HDP'ê nekarî encama dixwaze bi dest bixe, piştî hilbijartinê careke din polîtîkayên qeyûm xiste dewrê. Tevî ku dengekî bilind bi dest xistin jî 6 şaredar û 56 endamên meclîsa şaredariyê yên HDP'yî bi hinceta dûrxistina ji kar a bi rêya biryarnameyê nekarîn mazbatayên xwe werbigirin. Piştî demeke kurt jî di 19'ê Tebaxa 2019'an de bi darbeya qeyûm a duyemîn re şaredarên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê ji wezîfeyê hatin dûrxistin, li şûna wan qeyûm hatin danîn. Bi fermana Erdogan ê AKP'yî û Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû li 65 şaredariyên HDP'yî qeyûm li 48 şaredariyan hatin danîn.

TAYÎNKIRINA QEYÛM DARBE YE

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mûstafa Avci ku qeyûm li şûna wî hate danîn, diyar kir ku rejîma qeyûm rejîma talanê ye û got, "Piştî ku îradeya xwe hate desteserkirin em di nava gelê Wanê de ne, bi hev re ne. Bi zora çekê be yan jî bi rêbazeke din a cuda be, ev yek darbe ye. Tayînkirina qeyûm darbeyeke siyasî ye. Em timî bi vî rengî pênase dikin, ji ber ku îradeya gel hatiye desteserkirin. Sindoq tê danîn, gel îradeya xwe nîşan dide. Hikumeta navendî jî îradeya gel bi zora dewletê datîne aliyekî û qeyûmê xwe tayîn dike. Lewma ev darbe ye, em bi vî rengî dinirxînin. Ji bo çi qeyûm tayîn dikin? Divê mirov li ser sedema tayînkirina qeyûm rawestin. Çavkaniyên herêmî hemûyan dixe xizmeta hikumeta navendî. Yanî ne xema wan e ku li herêmê pirsgirêk heye yan na. Ji bo cihê ku tayîn kirine dilê wan xweş bike, çi ji destê qeyûm tê dike. Lewma ne ji bo gel, ne ji bo civakê tevdigere."

KAR Û AMADEKARIYEKE ME YA CIDÎ HEYE

Hevşaredar Avci diyar kir ku di bin rêveberiya qeyûm de deynê şaredariyê zêde bûye, mal û milkên şaredariyê hatine firotin û got, ji bo paşeroja bajêr, ji bo çareseriya pirsgirêkên bajêr ya pêwîst çi be ew pê zanin û got, "Bila kes nekeve nava fikaran ku rêveberiya bê êdî nikare tiştekî bike. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan me projeyên xwe amade kirine. Piştî tayînkirina qeyûm em 5 salan vala nesekinîn. Bi kadroyên xwe yên heyî re em bi rengekî cidî xebitîn. Dema ku me sibe dest bi kar kir em zanin ku em ê çi, bi kê re çawa bikin, di vê mijarê de me xwe amade kirine. Ji ber vê yekê bila dilê gelê me rehet be. Ne ev bajar ne jî xwediyê vî bajarî bêxwedî nînin. Em timî dibêjin; qeyûm tê û diçe lê îradeya gel mayinde ye. Bajar bajarê me ye, paşeroj paşeroja me ye."