Avahiya HDP'ê ya Bismilê bû hedefa êrîşeke çekdarî
Kesekî nasname nenas bi çekê êrîş bir ser avahiya HDP'ê ya rêxistina navçeya Bismilê.
Kesekî nasname nenas bi çekê êrîş bir ser avahiya HDP'ê ya rêxistina navçeya Bismilê.
Êrîşa çekdarî doh nîvê şevê pêk hat. Kesekî nenas saet 1'ê şevê gule li avahiya HDP'ê ya navçeya Bismil a Amedê reşand.
Ji ber ku wê wextê kesek li avahiyê nebû, tiştek bi kesî nehat, lê xisareke biçûk a madî rû da.
Polîs piştî êrîşê hatin cihê bûyerê û li avahiya partiyê lêkolîn kirin. Li gorî şahidan, kesekî 25-30 salî êrîş kiriye.
Rêveberên HDP'ê nerazîbûn nîşanî êrîşê dan û gilî kirin.