Ava Çemê Dîclê radibe

Ji ber sedema ku qepaxaeke Bendava Dîclê qut bû ava Çemê Dîclê rabû.

Li Bendava Dîclê ya li navçeya Egîlê ya Amedê, ji ber sedema barana zêde ya van rojên dawî ava li çêm zêde bû, ji ber sedema ku ava çêm were sivikkirin hate diyarkirin şevê dî  3 kapax hatine vekirin û piştî demekê dema ku qepax hatine girtin yek jê qut bûye. Tê gotin piştî ku ava çêm rabû 2 kapax hatine girtin, li bendavê bi rêjeyeke bilind av diherike. 

AVA ÇÊM 6 METROYAN RABÛ

Beşek ji rêya ku diçe ser bendavê ji ber sedema herka avê hatiye xwarê. Her wiha tê gotin rîsk heye ku pira Dîclê ya nêzî bendavê hilweşe. Ji ber herka avê ya bi ser deviyan de, dar ji qurm hilweşiyane. Li gorî agahiyên ku ji rayedaran hatiye standin ava çêm 6 metroyan rabûye.