Av li xelkê Wanê kirin jehr

VASKÎ ku ji aliyê şaredariya qeyûm ve tê birêvebirin, sala 2023'an cara sêyemîn buhayê avê zêde kir.

Midûrê Giştî yê VASKÎ Ulker Cem Kaplan ku 50 hezar kes ji ber deynê avê da îcrayê û dosya îcrayê jî radestî parêzerên rêveberê AKP'ê kir, li gel skandalan hemûyan jî li ser wezîfeya xwe ye. Heta ku Kaplan li ser wezîfeyê ye, zext û bêhiqûqiya li gel jî zêde dibe.

Midûrê Giştî yê VASKÎ Ulker Cem Kaplan ku ser bi şaredariya qeyûm ve ye, ji roja ku dest bi wezîfeyê kiriye û vir ve performanseke neserketî nîşan da û bi hezaran kes bê teblîgat da îcrayê. Kaplan ê MHP'yî herî dawî li avahiya midûriyeta giştî li keyayê taxê û xizmên wî xist û meha Tîrmehê ragihand ku biryar dane ji sedî 30 buhayê avê zêde bike. Lê belê ya ku di fatûreyê de hate nîşandan zêdekirina ji sedî 60 bû. VASKÎ piştî demeke kurt careke din buhayê avê zêde kir. VASKÎ çend roj berê careke din buhayê avê zêde kir.

Ulker Cem Kaplan ku salên dawî 50 hezar kes ji ber deynê avê da îcrayê û li odeya xwe ya meqamê li mirovan dixist ên ku giliyên xwe yên li ser avê dianîn ziman, got "Em carna avê biha dikin lê belê ava herî erzan xelkê Wanê vedixwe." Tevî vê îdîayê jî di nava bajarên Kurdan de ava herî biha li bajarê Wanê ye.

Qeyûman tenê ji sala 2020'î yanî di nava 3 salan de 6 caran buhayê avê zêde kir. Qeyûman tenê beriya hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adara 2019'an gotibû ku wê buhayê avê zêde nekin. Wê salê buhayê avê zêde nebû, lê belê fatûreya wê salê piştî salên din bi buhayekî zêde dan.

VASKÎ hefteya derbasbûyî ku hîn mehek di ser zema meha Tîrmehê derbas nebû, careke din buhayê avê zêde kir. Bi vî rengî ava ji çiyê diherikin çem li Wanê bi 30 TL'yî tê firotin.