Av kete malên mexdûrên erdheja Wanê

Yek ji gundê Elaçmaz ê yek ji gundên herî zêde ji erdheja 25’ê Hezîranê ya li Wanê bandor bûnû, vê carê bûn mexdûrên lêhiyê.

Demek dirêj e ji ber baranê û rabûna lêhiyê ya li Wanê rê li ber ziyanên canî û madî vedike. Gundê Elaçmaz ya Peyîzavaya yek ji gundên herî zêde ji erdeja 25’ê Hezîrana 2020’ê ya bi pileya 5,9 hejiyabû bandor bûbû.

Rayedaran gotibû ku; ‘Ziyanên canî nebûne, hûn dixwazin serlêdan bikin em ê ji bo we TOKÎ çêbikin’ piştî kon belav kirin û şûnde ji gund derketibûn.

Daxwaza kon a ji bo lawiran hatibûn kirin jî hatibû redkirin. Gundiyên ji bo lawiran stargehek peyda nekirin, ji ber werza Havînê man di bin konan de û lawirên wan jî ji derve man.

Mexdûrên erdhejê yên bi derfetên xwe xwe li ser piyan girtin, niha jî ji ber lêhiyê av ketine malên wan û li ber avê çûne, bûne mexdûr û li derve man. Ji ber dema ku kon nedan gundiyan bi sedan lawirên wan ên li derve man li ber lêhiyê ketin û telef bûûn. Li aliyê din konên gundiyan jî êdî bêkêr bûne.

Li ser mijarê endama Meclîsa Şaredariya Peyîzava ya HDP’ê Canan Gurpinar agahî da û diyar kir ku hikûmeta piştî karesata erdhejê alîkariya HDP’ê ya ji bo gundiyan asteng kir, ti alîkariyek nedan gundiyan, mexdûrên erdhejê terkî qedera wan kirin.

Gurpinar nerazîbûn nîşanî gotina hikûmetê ya ‘Ziyanên canî tine, hûn bixwazin em ê ji bo we TOKÎ çêbikin’ da û got: “Encama îro rûdayî xemsariya wê demê ya hikûmetê ye. Konên ji bo lawiran hate xwestin nehate dayîn, îro bi sedan lawir telef bûne. Konên ji bo gundiyan jî hatin dayîn hilweşiyan. Fatûreya bêberpirsyariya hikûmetê gundî didin.”