Asya Ebdula: Dema jin siyasetê dike, demokrasî geş dibe

Endama Koordînasyona Kongreya Star Asya Ebdula li bajarê Silêmanî bi çendîn nûnerên jinên partî û aliyên siyasî û rêxistinên jinan re civiya. Ebdula daxwaz kir ku jin pêşengtiya yekîtiya neteweyî bikin û di siyaseta wê de rol bilîzin.

Endama Koordînasyona Kongreya Star Asya Ebdula di civîna ku ji aliyê Nûnertiya Kongreya Star ya li Başûrê Kurdistanê li Hola Tewar a bajarê Silêmanî hatibû amadekirin de, derbarê rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê û avakirina yekîtiya di nava jinên Kurd axivî. Hejmarekî berbiçav ji nûnerên jin ên partî û rêxistinan û çalakên jin tevlî civînê bibûn.

Ebdula di nava gotinên xwe de ragihand: “Ew aloziyên ku li herêmê derdikevin, li ser destkeftiyên gelê Kurd û bi taybetî li ser jinan metirsiyekî mezin çêkiriye. Sedema ku jinan dikin armanca wan êrîş û aloziyên li Kurdistanê ew e ku dixwazin di kesayetiya jina Kurd de hemû gelê Kurd ji holê rakin.”

“ÊRÎŞA LI SER JINÊN KURD, ERÎŞ E LI SER VÎNA JINÊN AZADÎXWAZ ÊN CÎHANÊ”

Ebdula di berdewama axaftina xwe de bal kêşand ser wateya êrîşên li ser jinên Kurd û wiha pê de çû: “Êrîşa li ser jina Kurd tê wateya êrîşa li ser tevahî jinên azadîxwaz ên cîhanê, ji ber ku niha li cîhanê de pêşengtiya jina azad dikin. Dewletên serdest û kevneperest bi taybetî jî dewleta Tirk a dagirker dixwazin di kesayetiya jina Kurd de vîna azadî ya jin bişkînin, Emerîka û Rûsye jî bi awayekî zelal wan hemû êrîşên ku têne ser gelê me dibînin lê ji ber bejewendiyên xwe yên siyasî û aborî ti helwestekî nîşan nadin û pêşiya wan êrîşan nagirin.”

Endama Koordînasyona Kongreya Star Asya Ebdula di nava axaftina xwe de îşaret bi helwesta neteweyî ya gelê Kurd di hemû beşên Kurdistan û derveyî wê kir û anî ziman: “Dema dewletê dagirkerê Tirk êrîşî Rijavayê Kurdistanê kir li giştî Kurdistanê û bi taybetî li Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriyê helwestekî girîng hate nîşan dan, bi taybetî jinan di wê derê de rolekî girîng lîstin. Lê ew qasî ne bes e ji ber ku divê li dijî dagirkeriyê zextên xwe zêdetir bikin. Ji ber ku li ser gelê Kurd û bi taybetî jî li ser jinan metirsiyeke mezin heye. Dewletê Tirk hewl dide komkujiya gelê me bike, komkujiya li Til Rifatê mînakê wê ye.”

“PÊWÎST E PLATFORMEKE NETEWÎ YA JINAN BÊ AVAKIRIN”

Ebdula di dawiya axavtina xwe de got: “Divê jinên Kurd li benda mêran an jî partî û aliyên siyasî nemînin ji ber ku divê ji bo avakirina yekîtiya netewî  jin pêşengtiyê bikin. Siyaset bi jinê re xweşik e, wexta jin siyasetê dike vîna gel pêş dikeve û demokrasî geş dibe.” Her wiha Ebdula daxwaz kir ku beriya dereng bibe divê platformeke netewî ya hemû jinên Kurd were avakirin û ji ji bo sêyemîn konferansa jinan li dar bixin divê ji niha ve dest bi xebatê bê kirin.