Aslan hate berdan

Parlementerê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan ê ku li Midyatê hate binçavkirin, hate berdan.

Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mehemt Alî Aslan ê ku li navçeya Midyad a Mêrdînê wesayîta wî ji aliyê polîsan ve hate rawestandin û binçavkirin, hate berdan.

Hat diyarkirin ku Aslan ê ku ev demeke Aslan li Kolana Sînemayê ya Estelê tê rawestandin , bi îdiaya li Êlihê beşdarî meşa protestokirina qeyûman bûye tê ragirtin. Aslan ê ku ji bo kontrolkirina denduristiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê û şûnde birine Edliyeya Midyadê. Piştî karûbarê li Edliyeyê û şûn de Aslan hate berdan.

Hat destnîşankirin ku bi hinceta Aslan beşdarî 2 dozên ku di derbarê wî de hatine vekirin nebûye, ji aliyê 5. Dadgeha Cezayê Asliyê ya Êlihê biryara girtinê hatibû dayîn.